Efûya îmarê: Qerar di rojnameya fermî de hat îlankirin

Ji bo efûya îmarê wextê serlêdanê heta 31ê Kanûnê hat dîrêjkirin...

Efûya îmarê: Qerar di rojnameya fermî de hat îlankirin

Di efûya îmarê de, ji bo serlêdanê roja dawî îro bû. lê wezaretê wextê serlêdanê heta 31ê kanûnê dirêj kir. qerar di rojnameya fermî de hat îlankirin.

Kesên ku beriya 31ê Kanûna 2017an bêruhsat an jî ne li gorî rêzikên ruhsatê xanî çêkirine, bi saya efûya îmarê dikarin Belgeya Qeydê ya Avahiyan bistînin.

Qerar bi îmzeya Serok Recep Tayyip Erdoğan hatibû weşandin.

Wezaretê ji bo serlêdanê wextê serlêdanê heta 31ê Kanûna 2018an dirêj kir.

Serlêdan di 8ê hezîranê de dest pê kiribû û îro roja dawî bû.

Cotmahê nêzî 8 milyon û 150 kesî ji bo efûya îmarê serî lê daye.

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2018, 17:52
Şîrove Bike
ŞÎROVE
Ömer Yıl
Ömer Yıl - 2 hafta Berî

Gelek xweş bu

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE