Efûya Îmarê:“6 milyon lîre hat razandin”

Kurum: Ji bo Efûya Îmarê heta niha 8 milyon û 600 kesî serî lê da...

Efûya Îmarê:“6 milyon lîre hat razandin”

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum ragihand ku heta îro ji bo efûya îmarê 8 milyon û 600 kesî serî lê daye. ji bo efûyê, dora 6 milyon lîre jî pere hatiye razandin. kurum hişyariyek jî da û got; em ê ji ber agahiyên derew giliyê wan bikin.”

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum:” Tê çavarêkirin ku bi giştî 14-15 milyon welatiyên me serî lê bidin. Heta niha 8 milyon û 600 kesî ji bo efûyê serî lê da. Me dîroka roja dawî ya serlêdanê jî heta 31ê Kanûnê dirêj kir. Heta niha kesên ku serî lê dane, 6 milyon lîre pere razandine. Ji bo efûyê, welatiyên me dikarin ji ser malpera e-Dewletê serî lê bidin. Piştî serlêdanê, personelên wezaretê dê herin îmara ku hatiye nîşan dan di cih de bibînin, ji ser dîmenên uyduyê dê lê binêrin. Heke avahiya ku hatiye nîşandan piştî 31ê Kanûna 2017an hatibe çêkirin em ê qebûl nekin û ji ber agahiyên derew em ê giliyê wan bikin.”

Dîroka nûkirinê: 14 Mijdar 2018, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE