Li Milazgîra Mûşê, herî dawî di xebatên arkelojîk de gor hatibûn dîtin. Li gorî pisporan eskerên siltan Alparslan li wirê hatine veşartin. Li herêmê xebatên kolanê dewam dikin.
Ji bona cihê Şerê Milazgîrê were tespîtkirin, li herêmê xebatên arkeolojik tên kirin.
Di xebatan de herî dawî gorên Misilmanan hatibûn dîtin.
Piştî vê yekê xebatên li herêmê zede bûn.
Pispor dibêjin îxtîmaleke mezin ev gorên eskerên Siltan Alparslan in.
Piştî xebat qediyan dê li virê muzeyek were avakirin.
Ligel vê ji bo dîroka Milazgîrê ji dinyayê re bê gotin wê belgefîlmek jî were hazirkirin.