Ekîba Heyva Sor maske û diyarî li zarokan belav kirin

Ekîba Heyva Sor çû parkan, maske û diyarî li zarokan belav kirin

Ekîba Heyva Sor maske û diyarî li zarokan belav kirin

Di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê de, derketina derve ya zarokan hatibû qedexekirin. Zarok, piştî pêvajoya asayîbûnê cara sêyem derketin derve. Şaxa Qersê ya Heyva Sor/Kizilayê jî çû parkên bajêr; li zarokan maske û diyarî belav kirin.

Ji destpêka şewba vîrûsa koronayê û vir ve, zarok cara sêyemîn derketin derve.

Zarok, ev sê hefte ne ku rojên çarşeman, ji saet 11yan heta piştî nîvro saet 3yan dikarin derkevin derve.

Şaxa Qersê ya Heyva Sor jî wesaîtek bi maske, kek û ava fêkiyan tijî kir.

Ekîbên Heyva Sor çûn park û baxçeyan û kêfa zarokan xweş kirin.

Hin zarok jî bi dildarî bi ekîba Heyva Sor re maske û diyarî li zarokên din belav kirin.

Ev xizmeta Heyva Sor a Tirkiyê, heta ku ev nexweşî biqede wê dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE