Ekîbên KOMê firsendê neda keysperestên vîrusa koronayê

Di operasyonên dijî keysperestên vîrusa koronayê da der barê 71 kesên ku hat tesbîtkirin amûran biha firotine, siheta welatiyan kirine talûkeyê...

Ekîbên KOMê firsendê neda keysperestên vîrusa koronayê

Bi telîmata Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di nav 10 rojan da li 25 bajarî di 41 operasyonên dijî keysperestên vîrusa koronayê da der barê 71 kesên ku hat tesbîtkirin amûran biha firotine, siheta welatiyan kirine talûkeyê û dijî Qanûna Mulkiyeta Sinaî hereket kirine kar û barên fermî dane destpêkirin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda ekîbên Serokatiya Daîreya Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxcîtiyê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê bi telîmata Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu dijî keysperestên vîrusa koronayê ya nû derketin operasyonê.

Li gor agahiyan di nav 10 rojan da li 25 bajarî di 41 operasyonên dijî keysperestên vîrusa koronayê da der barê 71 kesên ku hat tesbîtkirin amûran biha firotine, siheta welatiyan kirine talûkeyê û dijî Qanûna Mulkiyeta Sinaî hereket kirine kar û barên fermî dane destpêkirin û jê 4 kes hatine girtin.

Li tevahiya Tirkiyeyê di operasyonên yekeyên KOMê da 285 hezar maske, 65 hezar dezenfektanên curbecur, 11 ton madeyên kîmyewî, 750 şûşe kolonya, 4 hezar û 375 litre alkola etîl û 340 litre alkola metîl hat qefaltin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE