Ekrem Îmamoglu reya xwe da

Ekrem Îmamoglu, jina wî Dîlek Îmamoglu û kurê wî Mehmet Selîm Îmamoglu ji bo ku reya xwe bidin li Beylîkduzuyê hatn Dibistana Seretayî ya Haldun Tanerê.

Ekrem Îmamoglu reya xwe da

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHPyê Ekrem Îmamoglu diyar kir ku hilbijartina 23yê Hezîranê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê bi destê milet roja temîrkirina bêhiqûqiyan e û wiha dewam kir, "Ji ber vê yekê him demokrasiya me, him Stenbola me, him jî ji bo meşrûbûna hemû hilbijartinên ku wê di paşerojê da li welatê me werin kirin, îro gelê me bi hestên heq, hiqûq û edaletê va, bi wijdanên xwe va wê biryara herî rast bide."

Ekrem Îmamoglu, jina wî Dîlek Îmamoglu û kurê wî Mehmet Selîm Îmamoglu ji bo ku reya xwe bidin li Beylîkduzuyê hatn Dibistana Seretayî ya Haldun Tanerê.

Ekrem Îmamoglu, jina wî Dîlek Îmamoglu û kurê wî Mehmet Selîm Îmamoglu li ser sandoqa ku nimreya wê 1382 ye reya xwe dan.

Îmamoglu di derketinê da daxuyanî da rojnamegeran û got ku li ser navê Tirkiye û Stenbolê ev hilbijartineke pir girîng e, ev hilbijartin ne tenê hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin e.

Îmamoglu got, "Di heman demê da ji bo demokrasiya Tirkiyeyê bi destê milet roja temîrkirina bêhiqûqiyan e, sandoqa temîrkirinê ye." û wiha dewam kir:

"Ji ber vê yekê him demokrasiya me, him Stenbola me, him jî ji bo meşrûbûna hemû hilbijartinên ku wê di paşerojê da li welatê me werin kirin, îro gelê me bi hestên heq, hiqûq û edaletê va, bi wijdanên xwe va wê biryara herî rast bide. Ji bo bajarê me û welatê me bi xêr be û bibe sedema xêran. Di dawiya rojê da her tişt wê pir xweş bibe."AA

Dîroka nûkirinê: 24 Hezîran 2019, 09:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE