Ekspresa Behra Vanê eleqeyeke mezin dibîne 

Ekspresa Behra Wanê ji Enqereyê radibe û diçe heya Tetwanê.   

Ekspresa Behra Vanê eleqeyeke mezin dibîne 

di salên dawî de li herêmê eleqeya ji bo trênê zêde dibe. piştî ekspresa rojhilat niha rêwiyan berê xwe daye ekspresa behra wanê. trên di 26 saean de ji enqereyê heta tetwanê diçe.  

Ekspresa Behra Wanê ji Enqereyê radibe û diçe heya Tetwanê.   

Di seferekê de bi 9 wagonên trênê 320 rêwî dikarin dest bi gera rojhilat bikin.    

Trên ji Enqereyê dest bi sefera xwe dike ji Kirikkale, Qeyserî, Sêwas, Meletî, Elezîz, Çewlîg û Mûşê derbas dibe û diçe heya Tetwanê.  

 Rêwîtiya ku 26 saetan dewam dike piçek dirêj e lê gelek kes ji bo atmosfera trênê lê siwar dibin.  

 Trên dereng diçe lê ji wesaîtan him rehettir e him jî erzantir.   

Ekspresa Behra Wanê ji turîstên xwemalî û biyanî jî eleqeyeke zêde dibîne.  

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE