Ekspresa Rojhilatê: di 6 mehan da 215 hezar rêwî

Eleqeya li ser Ekspresa Rojhilatê ya ku mêvanên xwe derdixe rêwîtiyeke xweş û bi parvekirinên ji ser medyaya civakî zêdetir bi nav û deng bû îsal jî dewam kir.

Ekspresa Rojhilatê: di 6 mehan da 215 hezar rêwî

Ekspresa Rojhilatê di nav 6 mehan da 215 hezar rêwî ezimand.

Di 6 mehên ewil ên îsal da 215 hezar kesî bi Trêna Ekspresa Rojhilatê ya ku yek ji rotayên herî dirêj ên Şirketa Anonîm ya Veguhestina Rêhesinên Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) ye û di navbera Qers û Enqereyê da seferan dike, rêwîtî kir.

Eleqeya li ser trêna Ekspresa Rojhilatê ya ji Enqereyê bi rê dikeve û ji Kirikkale, Qeyserî, Sêwaz, Erzincan û Erziromê derbas dibe, piştî rêwîtiyeke 1310 kîlomêtroyan a 25 saetan dewam dike û digihêje Qersê di 6 mehên îsal da jî dewam kir.

Li ser rêya trênê dar, daristan, kulîlkên rengîn, çem, robar, zevî û gelî hene ku bala rêwiyan dikşîne û Trêna Ekspresa Rojhilatê her roj di navbera Qers û Enqereyê da derdikeve seferê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE