Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk di 15ê berfanbarê da dîsa dest bi seferan dike

Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk di 15ê berfanbarê da dîsa dest bi seferan dike

Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu ragihand, seferên Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) sekinîbûn, di 15ê berfanbarê da cardin dest pê dikin.

Karaîsmaîloglu daxuyaniya nivîskî da û bi bîr xist ku ji ber şewbê ji nîvê adara 2020î vir va seferên ekspresê sekinîbûn û wiha dewam kir:

"Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk wê di 15ê berfanbarê roja çarşemê ji Enqereyê bi rê keve, ji Qersê jî wê di 17ê berfanbarê roja înê bi rê keve. Tren wê ji Enqereyê rojên çarşem û înê, ji Qersê rojên în û yekşemê bi rê kevin. Ji her du aliyan va di hefteyê da du tren wê bi rê kevin. Ji Enqereyê wê di saet 15.55î da, ji Qersê wê di saet 22.20î da bi rê keve. Jimara sefer û vagonê trenê li gor rêwiyan tê kifşkirin. Tren tenê ji vagonên cî û nivîn û xwarinê pêk tên."

Karaîsmaîloglu daxuyand, ji sefera ewil heta niha 37 hezar rêwî li Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk siwar bûne.

Karaîsmaîloglu daxuyand ku navbera Enqere û Qersê 1300 kîlomêtre ye û ev rê di 31 saet û 40 deqîqeyî da dikişîne, dema ku ji Qersê heta Enqereyê jî 32 saet û 37 deqîqe dikişîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE