Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk dîsa dest bi seferan dike

Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk dîsa dest bi seferan dike

Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk roja çarşemê cardin dest bi seferên xwe dike ku kesên ji ger û geştê hez dikin, li bendê ne.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Veguhestin û Binesaziyê da hat bibîrxistin, sefera trênê ji bo piştgiriya turîzmê hat destpêkirin û trênê sefera xwe ya ewil jî 29ê Gulana 2019an kir.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, ji ber şewbê di nîvê meha adara sala 2020î da sefer hatin rawestandin. Her wiha hat diyarkirin, trên di 15ê Berfanbarê roja Çarşemê ji Enqereyê dê dîsa bi rê bikeve û rêwî jî dê ji hêla Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu bên oxirkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE