"Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk" gihîşt Qersê

"Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk" gihîşt Qersê

Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) navber dabû seferên xwe û ji nû va seferên xwe da destpêkirin, kêm û zêde piştî rêwîtiya 333 saetan li ber xwe da gihîşte Qersê. Li Qersê bi govenda herêmê pêşwaziya trênê kirin.

Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk ya Rêhesina Tirkiyeyê pêr ji Enqereyê derketibû rê piştî rêwîtiya 33 saetan ji Erzincan û Erziromê ra derbas bû gihîşt Qersê.

Trên di saet 01.20î da hat Qersê û bi govanda herêmî pêşwaziya rêwiyan hat kirin.

Zeynep Kasapliya ji Samsunê hat Qersê got, "Em hatin Qersê, em gelekî kelecanî bûn. Bi rastî baş bû. 4 sal e min ev xeyal dikir. Bilêt bi dest neket, wext çênebû, nesîbê me, min îcar kirî. Gelekî kêfxweş û kelecanî me. Ez pêşniyazî her kesî dikim. Bira her kes were vê derê."

Nurcan Biçakçiya rêwî jî got piştî rêwîtiyeke têr û tijî hatin Qersê û wiha xwê da çû: "Ji ber ku ez ê herim gola Çildirê gelekî kêlecanî me. Xizangên hespan li benda me ne. Min gelek kinc bi xwe ra anîn. Ji Stenbolê hatim Enqereyê û ji wir jî hatim Qersê. Min wargeha Aniyê di belgefîlman da dîtibû, niha ez ê herim bi çavên xwe bibînim."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE