El Cezerî bi berhemên xwe hêj jî pêşerojê ronî dike

Li Diyarbekirê saeta rojê ya El Cezerî ev 800 sal in dişixule

El Cezerî bi berhemên xwe hêj jî pêşerojê ronî dike

El Cezerî li dinyayê wek endezyarê dîrokê û siltanê zanîstê tê qebûlkirin. Saeta rojê ya ku El Cezerî çêkiriye li hewşa Mizgefta Mezin ya Diyarbekirê ev 800 sal in dişixule. Demjimêra dîrokî li gor tîrejên tavê wext nîşan dide.

Li hewşa mizgefta mezin a Diyarbekirê berhemeke pir biqîmet heye û gelek kes hêjî nizanin çi ye.

El Cezerî 800 sal berê di dewra Artukliyan da li Diyarbekirê li ser kevirekî spî saeta rojê saz kiriye.

Saet bala gel û turîstan dikşîne. Ji bo muhafazakirina saetê dora wê bi caxên hesin hatiye girtin.

Demjimêra dîrokî li gor tîrejên tavê wext nîşan dide.

El Cezerî alim û zanîstê Îslamê yê herî navdar e. Cezerî xebatên xwe yên zanistî 25 salan li navçeya Sûrê li Girê Amîdayê kiribû û nêzî 60 îcad kirin.

Firmaya Baykarê jî ji berhemên El Cezerî îlham girt û bi navê Cezerî erebeyeke ku difire çêkir.

Waliyê Diyarbekirê Munir Karaloglu û gel daxwaz kirin ku erebeya Cezerî li Diyarbekir were ceribandin.

Midûrê Teknîkê yê Baykarê Selçuk Bayraktar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî mizgînî da. Got wê erebeya Cezerî li Girê Amîdayê were firandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE