Eleqeya gel a ji bo kermesa li Cizîrê

Kesên xwedanxêr ji bo êtîm û sêwiyan hazirî kir.

Eleqeya gel a ji bo kermesa li Cizîrê

Kesên xwedanxêr ji bo êtîm û sêwiyan hazirî kir

Li Cizîra Botan, Komeleya Umut Kervanîyê kermes vekir. Pereyên ku ji kermesê hatin, li êtîm û neçaran dê bên belavkirin. şênîyê Cizîrê eleqeyeke mezin nîşanî kermesê da... komele dil dike li Cizîrê alîkariya 10 hezar zarokên êtîm û feqîr bike...

Komeleya Umut Kervanîyê li Cizîra Botan kermes tertîp kir.

Pereyên ku ji kermesê werin dê li kesên hewcedar û êtîman bên parkirin.

Di konên kermesê de xwarin, cilûberg û gelek tişt hene.

Xelkê Cizîrê eleqeyeke zahf mezin nîşanî kermesê da. Him yên ku ji bona kermesê hazirî kirin, him jî yên ku hatin ser standan bi vê xêrê dilxweş bûn.

Dilê komeleyê heye ku li Cizîrê alîkariya 10 hezar zarokên êtîm û neçar bike…

Dîroka nûkirinê: 23 Mijdar 2019, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE