Eleqeya ji bo dersên Kurmancî

Ji kursiyeran hinek ji bo ku malbata dergîstiya xwe ra biaxive, hinek ji bo ku di mehkemeyan da bibin wergêr, hinek jî ji bo ku di qamuyê da baştir xizmetê bike Kurmancî hîn dibin.

Eleqeya ji bo dersên Kurmancî

Li Atolyeya Zimanên Şaristanê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê kursa Kurdî vekir û karmend û kesên ku wê di mehkemeyan da wekî pispor û wergêr wezîfeyê bikin jî bê pere beşdarî kursê dibin.

Midûriya Şaxa Pêşxistin û Parastina Ziman a Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin atolye vekir û di atolyeyê da digel Erebî, Farisî, Osmanî, Suryanîkî, Zazakî û Kurmancî jî rastî eleqeyê tên.

Ji kursiyeran hinek ji bo ku malbata dergîstiya xwe ra biaxive, hinek ji bo ku di mehkemeyan da bibin wergêr, hinek jî ji bo ku di qamuyê da baştir xizmetê bike Kurmancî hîn dibin.

Perwerdekarên ku di qada xwe da pispor in, hem rû bi rû hem jî ser înternetê ders didin. Kesên ku emrê wan ji 18an zêdetir e jî ji bo kursê tên qebûlkirin.

75 kesên ku seba Kurmancî serlêdan kirine rû bi rû, 65 kes jî ser înternetê perwerde dibin.

Kesên ku li ser înternetê perwerde dibin, wê belgeya beşdariyê bidin wan, kesên ku rû bi rî jî beşdarî dersan dibin wê belgeya beşdarbûnê û sertifîkayê bidin wan.

Ji derveyî Diyarbekirê jî dixwazin ders hildin

Serokê Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Alî Çelîk ji nûçegihanê AAyê ra axivî û diyar kir ku li atolyeyê bi Erebî, Farisî, Osmanî, Suryanîkî, Zazakî û Kurmancî ders tên dayîn.

Çelîk diyar kir, ji ber ku ji derveyî Diyarbekirê jî dixwazin beşdarî kursan bibin, ew kêfxweş dibin û ji bo vê jî ew li ser înternetê jî ders tên dayîn.

Çelîk bir bîr xist ku di sezona borî da ji bo hemû kursan 1000 serlêdan hatin kirin, 650 kesî heta serî bir û sertifîkayên xwe standin, vê sezonê jî 500 kes hene, 250yê wan rû bi rû dersê dibînin, yên din jî li ser înternetê dersê dibînin.

Çelîk wiha xeberda, "Li Diyarbekirê Kurdî tê axaftin. Digel zimanên din, eleqeya ser kursa Kurdî jî zêde bû. Di nav kursiyeran da karmendên ku dixwazin Kurdî hîn bibin û welatiyan serwext bikin jî hene."

Di heftê da 2 roj ders tê dayîn

Ji perwerdekarên qursa Kurmancî Asya Kutlukê diyar kir ku ew va 2 sale di heftê da du rojan dersê didin û wiha domand: "Herî zêde karmend tên qursê. Ji Îzmirê xwendakerî me heye bo bi hevalê xwe û welatiyan ra Kurdî xeber bide tê qursê. Mamosteyekî pêş dibistanê jî ji bo bi xwendakarên xwe û dê û bavê wan ra bikaribe xeber bide tê qursê."

Kutlukê destnîşan kir ku ew herfên Kurdî û peyvên rojane yên herî zêde derdikevin pêş meriv hînî xwendekarên xwe dikin.

Ji xwendekarên qursê Gulsum Taşê ragihand ew ji Îzmirê bo xwendina Beşa Wêje û Zimanê Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê hatiye û bi armanca bikaribe bi şêniyên herêmê ra xeberde dest jî hînî Kurdî dibe û wiha domand: "Xwestiyê min ji Mêrdînê ye û ji bo ez bikaribim bi malbata wî ra xeberbidim hîn dibim. Ji ber vê derfetê şaredariyê ez gelek kêfxweş im. Bi tenê new Kurdî em dikarin hînî gelek zimanên din ên li vê derê tên hînkirin bibin."

Mehmet Yavuz Kahramanê mamosteyê teqawidbûyî jî got ku ew bi armanca Kurdî hîn bibe û xwe pêşva bibe beşdarî qursê bû û wiha pê da çû: "Ez ji bo parastina wan kesên nikarin li dadgehan xwe biparêzin beşdarî qursê bûm."

Hîdayet Oncuyê di saziyeke dewletê da berpirsê xebatkaraye jî got ku ew bi armanca bikaribe alîkariya welatiyên li herêmê ne bike tê qursê.

Oncu got ku ew li dadgehan jî wek pisporên Kurmancî kar dikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE