Eleqeya ji bo Geliyê Cenet û Cehenemê

Geliyê Cenet û Cehenemê 45 kîlomêtre li dûrî Hekariyê ye û lê 4 demsal bi hev ra tên dîtin. Ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) demeke dirêj gelî bê deng mabû bi pêvajoya normalbûnê va dîsa ziyaretvan tên gelî.

Eleqeya ji bo Geliyê Cenet û Cehenemê

 Geliyê Cenet û Cehenemê yê li Yuksekovaya navçeya Hekariyê bi tebîeta xwe ya bêhempa va bala tebîethezan dikişîne.

Geliyê Cenet û Cehenemê 45 kîlomêtre li dûrî Hekariyê ye û lê 4 demsal bi hev ra tên dîtin. Ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) demeke dirêj gelî bê deng mabû bi pêvajoya normalbûnê va dîsa ziyaretvan tên gelî.

Li dora gelî Çiyayên Cîloyê hene bilindahiya serê çiyê 4 hezar û 135 mêtre ye û lê qeşayî heye. Bilindahiya gelî jî 3 hezar û 500 mêtre ye û guruniya ava çeman e, li dora çeman kulîlkên rengîn vekirine û ziyaretvanan şaş metel dihêlin.

Bi rakirina astengan ziyaretvan û wênekêş tên geliyê 4 demsal lê tên dîtin û xweşikahiyên herêmê keşf dikin.

Tebîethezên ji gelek bajaran tên vê derê li gelî derdikevin meşê, hilpaskî zinaran dibin û sporên tebîetê dikin.

Murat Adiyamanê Lêkolînerê Zanîngeha Hekariyê yê li herêmê lêkolînan dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku tebîeta xweş a herêmê piştî pêvajoya normalbûnê dîsa şên bû.

Adiyaman got ku hin welatî ji bo silq, silmask û pincara piştî berfê derdikeve kom bikin tên vê derê û wiha pê da çû: "Ji ber erdê rengîn, dewlemendiya florayê herêm hem ji wênekêşan hem jî ji tebîethezan eleqeyê dibîne. Di nav kesên ji bajarên din da hem nenas hene hem jî gelek kesên ku cara ewil e tên vê derê hene. Ji ber ku di hezîranê da berfê dibînin jî şaş û metel dibînin."

- "Li vê derê bihar û zivistan bi hev ra tê dîtin"

Esat Kilinçê welatî jî got ji ber ku hat vê derê kêfxweş e û wiha axivî: "Demeke dirêj bû em li malan bûn. Dîtina vê derê bi rastî gelekî xweş bû. Em nika li Çiyayê Cîloyê ne. Li fêza me qeşayên Cîloyê hene. Li aliyekî jî lûtkeya herî bilind a rêza duduyan ya Tirkiyeyê heye. Li aliyên din lûtkeyên din hene. Aliyek bi tevahî berf e. Li vê derê bihar û zivistan bi hev ra tên dîtin, tiştekî bêhempa ye."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE