Bi saya reklam û parvekirinên li ser medyaya civakî êdî gelek kes berê xwe didin navendên kaşûnê yên li herêmê. Salên dawî tesîsa li hesarekê ya Bingolê jî tijî ye. Ka werin ciwan li ser berfê çawa kêf dikin em li wanan temaşe bikin.
Hêj beriya çend salan jî gava ev dîmen derdiketin her kesî digot ev der Uludax e.
Lê êdî li herêmê hema hema li her derê navendên kaşûnê hene û gelek jî qerebalix in.
Ev der jî li Hesareka Çewligê, tesîseke kaşûnê ye.
Ciwan û mezin kî riya xwe bibîne berê xwe dide vê derê û bi berfê kêf dikin.
Hin ji wan bi hevalên xwe re li ser berfê xwe kaş dikin.
Hinek jî bi teleferîkê, ji jorê li vê menzera xweşik temaşe dikin.
Bi saya projeyên danasînê yên rêvebiriyên herêmî û parvekirinên li ser medyaya civakî, navendên kaşûnê yên li herêmê her sal hinekî din navdar û qerebalix dibin.