Eleqeya ji bo "Qur'ana Pîroz" a giraniya wê 70 kîlo

Culfuk diyar kir ku du sal berê piştî xewna ku wî di Şeva Qedrê da dît û şûnda wî biryara çapkirina vê berhemê da û wiha dewam kir, "Ez û hevalên xwe em du salan li ser xebitîn û me ked dayê û ev berhema newaze çap kir."

Eleqeya ji bo "Qur'ana Pîroz" a giraniya wê 70 kîlo

Mustafa Culfukê ku li Tirkiyeyê Qur'ana Pîroz a herî mezin a tê zanîn çap kir, got: "Ji bo ku em balê bikşînin ser xwendinê me 'Qur'ana Pîroz a Herî Mezin' çap kir. Ev çap bi qasî ku dîwêr va nayê dardakirin giran û mezin e." 

Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê her sal di meha remezanê da Fuara Pirtûk û Çandê ya Tirkiyeyê li dar dixe û îsal jî ya 38emîn hat lidarxistin. Fuar piştî Sultanahmetê li hewşa Mizgefta Mezin Çamlicayê hat pêşandin û Qur'ana Pîroz di fuarê da rastî eleqeyeke mezin hat.

Mustafa Culfukê ku berhema nêzî 70 kîloyî ji çapê ra amade kir û çapa wê hilda ser xwe, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Qur'ana Pîroz ne ji bo ku meriv bîne bi dîwêr va darda bike, ji bo ku di ayeta wê ya ewil da jî hatiye gotin seba xwendinê hatiye şandin.

Culfuk diyar kir ku du sal berê piştî xewna ku wî di Şeva Qedrê da dît û şûnda wî biryara çapkirina vê berhemê da û wiha dewam kir, "Ez û hevalên xwe em du salan li ser xebitîn û me ked dayê û ev berhema newaze çap kir."

Mustafa Culfuk diyar kir ku Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê li hewşa Mizgefta Mezin Çamlicayê fuara pirtûkan li dar xist û Qur'an di vê fuarê da hat pêşandin û rastî eleqeyeke mezin hat û wiha dewam kir:

"Derdora me û kesên ku di pêşangehê da dîtin, jê ra gotin 'Qur'ana Pîroz a Herî Mezin' û me jî navê wê danî 'Qur'ana Pîroz a Herî Mezin'. Ji çar aliyê welêt heta ji gelek welatên dinyayê meriv hatin pêşangehê, hevalên me yên ku meraq dikin, welatî hatin û dîtin. Giraniya wê 70 kîlo ye. Berahiya wê 71, dirêjahiya wê 98 santêm e. 9 santêm jî qalind e. Ez dikarim bêjim ku li Tirkiyeyê pirtûka herî mezin a çapkirî ye."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 16:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE