"Eleqeyeke me bi IMFyê ra tuneye"

"Eleqeyeke me bi IMFyê ra tuneye, me deynê xwe da û ew mesele qediya."

"Eleqeyeke me bi IMFyê ra tuneye"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Piştî hilbijartinê karê me yê ewil wê ew be ku em ê meseleya Sûriyeyê heta ji dest were ne li ser maseyê li qadê çareser bikin."

Erdogan li Taxa Sultan Selîm di mitînga AK Partiyê ya Kaxitxaneyê da axivî û wiha got: "Ez bawer dikim hûn ê cardin derseke baş bidin kesên ku Kaxitxaneyê wek Kaxittepe dizanin û vî bajarî nas nakin."

Serok Erdogan destnîşan kir ya Rebî bike nesîb ku em vê îtifaqê ne heta bazarê heta mirinê bidomînin.

Erdogan di xeberdana xwe da balê kişand ser mijara aboriyê û wiha got: "Patronê aboriyê ez im, wê şaredar aboriya vî welatî îdare bikin? Hûn ê bi bacanên reş, firingî û îsotan gelê min bixapînin? Vî gelî wextê gotiye 'Çanakkale nayê derbaskirin' bi taseke şorbeyê qinaet kiriye."

Serok Erdogan der barê IMFyê da wiha axivî: "Eleqeyeke me bi IMFyê ra tuneye, me deynê xwe da û ew mesele qediya."

Erdogan diyar kir înşellah wê tu kes nikaribe careke din êşa Adnan Menderes û hevalên wî bi vî gelî bide nîşandan.

Serok Erdogan ji bona meseleya Sûriyeyê wiha peyivî: "Piştî hilbijartinê karê me yê ewil wê ew be ku em ê meseleya Sûriyeyê heta ji dest were ne li ser maseyê li qadê çareser bikin."

Erdogan destnîşan kir li nav welêt yan jî li dervayî welêt wê ev gel kesên ku çav berdane kar û debara vî gelî efû neke û got ku em çawa li ser biryara xwe ne ku terora çekdar biqedînin em li ser biryara xwe ne ku terora aboriyê jî biqedînin û wiha dewam kir: "Bi gavên ku em ê biavêjin ji roja duşemê pê va em ê bi kelecaneke din derkevin rê."

Dîroka nûkirinê: 04 Nîsan 2019, 12:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE