Eleqeyeke mezin nîşanî ji îbadetê ra vekirina Ayasofyayê didin

Biryarnameya Serokomariyê ya Ayasofyayê dewrî Serokatiya Karûbarên Diyanetê dike û ji îbadetê ra vedike di Rojnameya Fermî da hat weşandin. Piştî weşandinê hat diyarkirin ku Ayasofya îro ji ziyaretê ra girtî ye.

Eleqeyeke mezin nîşanî ji îbadetê ra vekirina Ayasofyayê didin

Piştî ku Dadgeha Şêwirê biryara Lijneya Wezîran ya 24ê mijdara 1934an a ku dibêje Ayasofyayê ji mizgeftê vegerînin muzeyê betal kir welatî eleqeyeke mezin nîşanî Ayasofyayê didin û tên mizgeftê.

Biryarnameya Serokomariyê ya Ayasofyayê dewrî Serokatiya Karûbarên Diyanetê dike û ji îbadetê ra vedike di Rojnameya Fermî da hat weşandin. Piştî weşandinê hat diyarkirin ku Ayasofya îro ji ziyaretê ra girtî ye.

Welatiyên tên pêşiya Ayasofyaya hêzên ewlekariyê bi barîqatê girtine bi alayên Tirkiyeyê wêneyên xatireyê kişandin. Hat ragihandin li bendê ne ku wezifedarên Wezareta Çand û Turîzmê ji bo lêkolînê werin Ayasofyayê.

Wekî mayîn hat destnîşankirin ku di hûndirê Ayasofyayê da xebat dewam dikin, hat dîtin ku hin rayedar li qube û minareyan lêkolînê dikin.

Li meydanên Siltanehmed û Ayasofyayê eleqeya turîstan dewam dike, gelek endamên çapemeniya xwemalî û biyanî li qadê weşana xwe didomînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE