Elezîz bi xweşiyên xwe yên sirûştî û deverên xwe yên dîrokî va hêviya mêvana ye

Elezîz bi xweşiyên xwe yên sirûştî û deverên xwe yên dîrokî va hêviya mêvana ye

Elezîza bajarê dîrokî bi xweşiyên xwe yên dîrokî û sirûştî va li benda mêvanên xwemalî û biyanî ye.

Bajêr bi Taxa Dîrokî ya Harpûtê, Şikeftên Buzlûkê, Çiyayê Hazarbaba, Gola Hazarê, geliyên Saklikapi û Karaleylekê, Gola Bendava Kebanê, Sûlava Çirçirê û gelek xweşiyên dîrokî û sirûştî li ser xwe dihewîne.

Gola Hazarê ya li navçeya Sîvrîceyê bi xweşiyên xwe yên sirûştî ji bo welatiyên der û dorê navenda tetîlê ye.

Perava wê ya ji 56 kîlometreyî pêk tê bi havîngeh û tesîsên behnvedanê va di mehên havînê da zêdetir qelebalix dibe û kesên tên golê dikarin sporên avê yên curbecur bikin.

- Şikeftên Harpût û Buzlukê

Li gor çavkaniyên nivîskî Taxa Harpûtê ya ku qasî 4 hezar sal dîroka wê heye û ji çand û şaristaniyê ra jî navendî kiriye di "Lîsteya Mîratên Berwext ên Dinyayê" ya UNESCOyê da cî digire.

Harpûtê ji demên berê heta îro gelek qewmên wek Urartû, Hurrî, Asûrî, Selçûkî, Bîzans û Osmanî hewandiye û bi xweşiyên xwe balê dikişîne.

Şikeftên Buzlûkê yên qasî 11 kîlometre ji navendê dûrin û li gundewarê Harpûtê ye ji ber hewageriya di nav xwe da di mehên havînê da jî di bin sifirê da heta 10 pileyî sar dibe û ji bo ziyaretvanan dibe navenda hînikbûnê.

- Geliyên Saklikapi û Karaleylekê

Geliyên Saklikapi û Karaleylekê yên ji hêla xweşiyên xwe yên sirûştî va balê dikişînin bi şikeft, zinar, kendal û cî û warên li ser xwe va dîmenên gelek xweş di nav xwe da dihewînin.

- Bendava Gola Kebanê û Sûlava Çirçirê

Bendava Gola Kebanê tevlî xweşiyên xwe bi zêdebûna cureyên masiyên di nav xwe da jî bala ziyaretvanan dikişîne. Sûlava Çirçirê ya ku piştî avakirina bendavê çêbû jî ji bo herêmê bû rûçikek xweş.

- "Em dixwazin ji mêvanan ra xizmeteke baş bikin"

Serokê Komeleya Rêvebirên Turîzm Otêlê yên Herêma Rojhilatê Anadoluyê Taner Durmuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku saziyên wan ên ji ber şewba Kovîd-19ê girtîbûn piştî kontrolkirinên dawîn hêdî hêdî tên vekirin û bo mêvanan tên amadekirin û wiha domand: "Em ji bo ezimandina mêvanan amadene. Înşeallah di heyama pêş me da em ê ji ziyaretvanên xwe ra xizmeteke baş bikin. Cihê me ji ber ku sirûştî ne li vê derê parastina mesafeya civakî hêsantire."

Şaredarê Sîvrîceyê Turgay Gundogan jî destnîşan kir ku dor û berê Gola Hazarê û Çiyayê Hazirbaba bi xweşiyên xwe yên sirûştî va li benda gerokên xwemalî û biyanî ne û ew dixwazin bile herkes were navçeyê û ji van xweşiyan mehrûm nemînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE