Eliyev: "Ermenistan tu carê neketibû rewşeke evqasî xirab"

Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev daxuyand Azerbeycan piştî şer pêşva çû, lê Ermenistanê qeyranek çêbû û wiha got: "Ermenistan tu carê neketibû rewşeke evqasî xirab." 

Eliyev: "Ermenistan tu carê neketibû rewşeke evqasî xirab"

Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev daxuyand Azerbeycan piştî şer pêşva çû, lê Ermenistanê qeyranek çêbû û wiha got: "Ermenistan tu carê neketibû rewşeke evqasî xirab." 

Eliyew di merasima teqdîmê ya ji bo xazî û malbatên şehîdan da axivî û got li Ermenistanê her roj pevçûnên navxweyî çêdibin, demokrasî tê binpêkirin.

Eliyew der barê Ermenistanê da wiha got: "Ermenistan tu carê neketibû rewşeke evqasî xirab. Yê ku wan dixe vî halî serokê wan e. Him rejima Koçaryan-Sarkisyan a ku 20 sal e welêt bi rê va dibe, him jî rêvebiriya piştî wan hat wiha kir. Li Ermenistanê tevliheviya navxweyî heye û gel tê girtin. Lê nizanim çima hin dewlet û saziyên civakî yên sivîl ên behsa demokrasiyê dikin çavê xwe ji vê yekê ra digirin."

Eliyev got mixalifênErmenistanê her roj rastî zextê tê, ew tên girtin, tên kuştin lê tu kes bertekê nîşan nade û wiha pê da çû: "Ev çi nîşan dide? Dîroka 30 salî careke din jî nîşan dide ku me vê serkeftinê tenê li hemberî Ermenistanê bi dest nexist. Welatên xwedî hêz li hemberî me bûbûn yek û dixwastin heta hetayî axa me di bin dagirkeriyê da bihêlin. Ermenistan tenê wesileyek bû. Me vê polîtîkaya xirab tune kir û edaletê ji nû va pêk anî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE