"Em ê 21 hezar avahiyên qaçax xera bikin"

Kurum li Bodrumê daxuyanî da rojnamevanan.

"Em ê 21 hezar avahiyên qaçax xera bikin"

 Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum: "Li gor tesbîtên me li Tirkiyeyê 21 hezar avahiyên qaçax hene ku li gor planên îmarê nînin. Ji van avahiyan 8 hezar avahî li herêmên peravê ne û jê 850 avahî heta niha hatine xerakirin. Em ê 21 hezar avahiyên qaçax xera bikin."

Kurum li Bodrumê daxuyanî da rojnamevanan.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum destnîşan kir li gor tesbîtan li Tirkiyeyê 21 hezar avahiyên qaçax hene ku li gor planên îmarê nînin û wiha got: "Ji van avahiyan 8 hezar avahî li herêmên peravê ne û jê 850 avahî heta niha hatine xerakirin. Em ê 21 hezar avahiyên qaçax xera bikin."

Murat Kurum der barê erdheja li Stenbolê da diyar kir 270 hevalên wan li qadê xebatên tesbîtkirina xisarê dikin û wiha peyivî: "Bi tevahî 2 hezar û 801 îxbar hatine. Hevalên me der barê îxbaran da tesbîtên xwe dikin. 213 avahî hatin lêkolînkirin û di 20 avahiyên sivîl da xisara mezin heye û 58 avahî jî kêm xisar dîtine."

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum der heqê qadên kombûnê yên di dema erdhejê da wiha axivî: "10 hezar qadên kombûnê hene. Ev her dem tên rojanekirin. Li 81 bajarî projeyên Baxçeyên Gel hene. Ev proje di heman demê da qadên kombûnê ne. Stadyum qadên kombûnê ne. Li navçeyan gelek saziyên kamuyê hatine nûkirin û li Stenbolê ji sedî 92yê dibistanan hatine tezekirin. Hewşên dibistanan jî qadên kombûnê ne. Di vî warî da kêmasiya Stenbolê tuneye." AA

Dîroka nûkirinê: 28 îlon 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE