"Em alîgirên aştiyê ne, em hewil didin ku îstiqrarê biedilînin"

Serac ji ser hesabê HRNyê yê Facebookê bi minasebeta salvegera şoreşa 17ê Sibatê ku dîroka destpêka serhildana gel e ku di 2011an da dawî li serweriya Muamer Qedafiyê ku 42 sal Lîbya bi rê va bir anî, daxuyaniyeke bidîmen belav kir.

"Em alîgirên aştiyê ne, em hewil didin ku îstiqrarê biedilînin"

Fayîz es-Seracê Serokwezîrê Hikûmeta Rêkeftina Neteweyî ya Lîbyayê (HRN) ku li ser asta Neteweyên Yekbûyî meşrû ye, ew peyam da ku ew ji bo aştî û îstiqrarê dixebitin.

Serac ji ser hesabê HRNyê yê Facebookê bi minasebeta salvegera şoreşa 17ê Sibatê ku dîroka destpêka serhildana gel e ku di 2011an da dawî li serweriya Muamer Qedafiyê ku 42 sal Lîbya bi rê va bir anî, daxuyaniyeke bidîmen belav kir.

Serac wiha got, "Ez eşkere bangî yên li welêt û dervayî welêt dikim; Em alîgirên aştiyê ne, em hewil didin ku îstiqrarê biedilînin û herwiha ji bo lihevhatinê çi ji destê me tê em dikin."

Serac bal kişand ku ligel her cure astengî û neyêniyan, ew pabendî daxwazên gel û xeyalên jiyana li dewleta hiqûqê ne û wiha got, "Piraniya hêzên herêmî bi wê yekê beled in ku îstiqrara wê biedile, Lîbya dê di hevkêşê da bibe unsûreke sereke."

Di civîna Komîteya Şopandina Navneteweyî ya Lîbyayê da, ku duh li bajarê Munîhê yê Almanyayê ji bo agirbesta mayînde û vejandina pêvajoya siyasî li Lîbyayê hat lidarxistin, biryar hatibû dayîn ku sozên agirbest û ambargoya çekan bên şopandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE