Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan, "Me bernameya xwe amade kiriye, bi berfirehî herî dereng sêşema hefteya pêş em ê bernameya xwe ya xebatê parve bikin."
Elvan li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê "Pakêta Reformê ya Aboriyê" da axivî.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Elvan diyar kir daxwazên welatiyan û fikrên saziyên civakî yên sivîl bi temamî nirxandine û Pakêta Reformê ya Aboriyê amade kirine û wiha got, "Bi Pakêta Reformê ya Aboriyê ji bona heyama piştî şewbê amade bin me xwest em nexşerêya xwe daynin."
Elvan destnîşan kir dewlet û balyozxaneyên curbecur der barê Pakêta Reformê ya Aboriyê da ji Wezareta Xezîne û Darayiyê agahiyên berfireh xwestine û wiha peyivî, "Em ê bi veberdêrên biyanî ra jî bên bal hev û bi berfirehî ji wan ra behsa Pakêta Reformê ya Aboriyê bikin. Di serî da dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE) em ê bi balyozên G20î ra jî bên bal hev û behsa hûrgiliyên Bernameya Reformê ya Aboriyê bikin."
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Elvan diyar kir li pêşberî Tirkiyeyê firsendên mezin hene û got ku em dixwazin bi vê pakêtê firsendan biemilînin
Elvan diyar kir ji bona wan di maliyeya kamuyê da disîplîna budçeyê zehf girîng e û got ku me heta niha ji disîplîna budçeyê tawîz nedaye.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Elvan got ku me bernameya xwe amade kiriye û bi berfirehî herî dereng sêşema hefteya pêş em ê bernameya xwe ya xebatê parve bikin.
Elvan der barê Pakêta Reformên Aboriyê da diyar kir wê 3 mehan carekê civînên şopandina reforman bikin û destkeftiyên bernameyê ji raya giştî ra parve bikin.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Elvan ji bona muafiyeta baca dahatê ya ji bona esnafên biçûk got ku sepana me ya îstisna wê bi qezencên sala 2021ê dest pê bike û wê her gav bê sepandin.AA