"Em bi berhemên xwe diaxivin"

"Em bi berhemên xwe diaxivin û ji bo berhemên xwe ji gelê xwe deng dixwazin."

"Em bi berhemên xwe diaxivin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Em bi berhemên xwe diaxivin û ji bo berhemên xwe ji gelê xwe deng dixwazin."

Erdogan tevî Bînalî Yildirimê Namzedê Bajarê Mezin yê Stenbolê yê Îtifaqa Cumhur û namzedên 39 navçeyan di weşana hevbeş ya TRTyê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir kesên ku ji ser lîstikên kurê û rêxistinên terorê qesda serxwebûna Tirkiyeyê dikin piştî 31ê adarê yan dê bêperwatir bin an jî dê hember vîna neteweyî bibin wekî mûmê, hember Îtifaqa Cumhur bibin wekî mûmê û wiha dewam kir: "Yên ku hêzdarbûna Tirkiyeyê hezim nakin piştî 31ê adarê yan dê bêtir har bibin an jî dê bi ser xwe va bên."

Erdogan diyar kir şeva 31ê adarê wê yan dilê axayên terorê yên li Qendîlê xweş bikin an jî mezlûm û mexdûrên ku hêviya xwe bi Tirkiyeyê va girê didin kêfxweş bikin.

Serok Erdogan destnîşan kir bi berhemên xwe diaxivin û ji bo berhemên xwe ji gelê xwe deng dixwazin.

Erdogan destnîşan kir di vê hilbijartinê da dê hemû fîrmayên anketan îflas bikin û wiha got: "Bi fîrmayên anketan ra hem xebatên şaredariyên me hem jî xebatên me hene. Em lê dinêrin encamên ewqas ji hev dûr têne pêşiya me ku diyar e ku yek ji van jî dê tu tiştî rast nîşan nedin."

Serok Erdogan destnîşan kir wekî dozekê li partiya xwe dinêrin û got ku ji ber ku em wek dozekê lê dinêrin ne mimkun e ku kesekî îxanetî dozê bike dîsa di wir da cî bigire.

Erdogan der barê kesê ku li Pendîkê broşur belav dikir da wiha axivî: "Tiştê ku Yusuf (Ozogul) kir ji bo jinika provokator û zihniyeta ku ew temsîl dike dersa exlaq e."

Serok Erdogan ji bona dîmenên Şaredarê Edirneyê yên di 15ê tîrmehê da jî wiha peyivî: "Ev mêrik li Edirneyê dîsa namzedê şaredariyê ye. Ji vana ji bo vî welatî tu xêr nayê."

Dîroka nûkirinê: 04 Nîsan 2019, 12:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE