"Em ê bi her tiştên xwe va li cem Libnanê bin"

Serok Erdoğan piştî nimêja Înê pirsên rojnamegeran bersivand

"Em ê bi her tiştên xwe va li cem Libnanê bin"

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo teqîna li Bêrûda paytextê Libnanê qewimî got ku ew agahiyên rêvebirên Libnanî parve dikin ji nêz va dişopînin û wiha pê da çû: "Em ê bi her tiştên xwe va li cem Libnanê bin, li cem Bêrûdê bin, li cem gelê Libnanê bin."

Serokomar Erdogan li Mizgefta Mezin a Ayasofyayê piştî ku nimêja îniyê kir derket û daxuyanî da rojnamegeran. 

Der barê teqîna ku li Bêrûda paytextê Libnanê qewimî da got: "Em agahiyên gelê Libnana bira û rêvebirên Libnanê didin me bi baldarî dişopînin. Em ê bi her tiştên xwe va li cem Libnanê bin, li cem Bêrûdê bin, li cem gelê Libnanê bin." 

Serokomar Erdogan ji bo peymana di navbera Misir û Yewnanistanê hat kirin da jî got ku li cem wan tu qedr û qîmeta wê peymanê tuneye û wiha doman: "Em peymana me bi Lîbyayê ra çêkiribû bi biryardarî didomînin, em ê bidomînin jî. Em bi wan kesên ku bi taybetî jî di qada rayeya behrê da tu heq û hiqûqa wan tuneye ra qet li ser vê meseleyê xebernadin." 

- "Em pêşveçûna xwe awayekî zêde didomînin"

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye pêşveçûna xwe didomîne û wiha domand: "Wek Tirkiye em pêşveçûna xwe awayekî zêde didomînin û em ê bidomînin jî. Me quweta xwe zêde kir û rêya xwe dewam dikin, em îro ji do hêzdartir in, sibê hê jî hêzdar bibin." 

Di daxuyaniya xwe da Serokomar Erdogan bal kişand ser têkoşîna ku li hemberî şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) tê dayîn û got: "Di çarçoveya têkoşîna li hemberî şewba vîrusa koronayê da em niha ji 150yî zêdetir welatî ra ji rûpêçê bigir heta tulim û dermanan her tiştî dişînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE