"Em ê bi hev ra çeteya îxanetê FETOyê ji Balkanan bigirin û bavêjin"

Erdogan di peyama xwe da got ew di sala 2017an da ji bo ziyaretê çûye Sancakê, piştî 4 salan ew kêfxweş e ku di vekirina vê merasimê da diaxive.

"Em ê bi hev ra çeteya îxanetê FETOyê ji Balkanan bigirin û bavêjin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Birayên min ên ji Sancakliyê hevkariya we ya di dema hewldana derbeyê ya xayîn a 15ê Tîrmehê da we kir careke din hestên biratiyê ya di navbera me da nîşan da. Em bi hev ra çeteya îxanetê FETOyê ji Balkanan bigirin û bavêjin."

Di vekirina merasima Serbalyozxaneya Yenîpazarê ya Tirkiyeyê da Serokomar Erdogan peyameke bi vîdeo weşand.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Derva yê Sirbistanê Nîkola Selakovîc, Balyozê Belgradê yê Tirkiyeyê Hamî Aksoy û Serkonsolosê Yenî Pazarê Başar Başol jî beşdarî merasimê bûn.

Erdogan di peyama xwe da got ew di sala 2017an da ji bo ziyaretê çûye Sancakê, piştî 4 salan ew kêfxweş e ku di vekirina vê merasimê da diaxive.

Erdogan ji bo piştgiriya Aleksandar Vucîcê Serokomarê Sirbistanê sipasiya wî kir û wiha axivî: "Birayên min ên ji Sancakliyê hevkariya we ya di dema hewldana derbeyê ya xayîn a 15ê Tîrmehê da we kir careke din hestên biratiyê ya di navbera me da nîşan da. Şeva 15ê Tîrmehê Birêz Vucîc jî piştgirî da me. Em tu carê tevgera wêrek ya dostê min Vucîc ji bîr nakin."

Erdogan got ewê bi hev ra çeteya îxanetê FETOyê ji Balkanan bigirin û bavêjin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE