"Em ê bi hev ra çîroka serkeftinê ya nû binivîsin"

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak: "Em ê wek Tirkiye hemû bi hev ra çîroka serkeftinê ya nû binivîsin."

"Em ê bi hev ra çîroka serkeftinê ya nû binivîsin"

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak got: "Em ê wek Tirkiye hemû bi hev ra çîroka serkeftinê ya nû binivîsin."

Albayrak di vekirina Komxebata Delegeyên Meclisa Îxracatvanên Tirkiyeyê da got di 16 salên dawîn da Tirkiyeyê gelek gavên girîng avêtine û serkeftinên mezin bi dest xistine.

Wezîr Albayrak got di nav 16 salan da îxracata ku asta 30 milyar dolarî da bû gihîşte 170 milyar dolarî û hemû Tirkiyeyê bi hev ra ev serkeftin bi dest xist.

Albayrak anî ziman ew di van rojan da çîrokeke serkeftinê ya nû wê di aboriyê da dinivîsin û wiha axivî: "Em ê wek Tirkiye hemû bi hev ra çîroka serkeftinê ya nû binivîsin. Mehên sibat, adar, nîsan û gulanê dê bibe heyameke wisa ku sektora reel ji aliyê lîkîdîteyê ve rehet be. Meha sibatê di lîkîdîteya bankavaniyê de dê ji kanûna paşîn çêtir be."

- "Hemû aliyên aboriyê di nav têkiliyeke xurt de tevdigerin."

Wezîr Albayrak ewê destûrê nedin kes dest bavêje aboriya Tirkiyeyê wiha û axivî: "Hemû aliyên aboriyê di nav têkiliyeke xurt de tevdigerin. Em ê destûrê nedin kesên ku li firsenda xwe dinihêrin dest biavêjin sifreya gelê me. Em ê hefteya bê dest bi pêngavên nû bikin ku em ê bi şaredariyên xwe re ji çavkaniya wan sebze û meyweyan bikirin û li bajarên me yên mezin bihayê maliyetê bifroşin welatiyan. Bankaya Zîreatê dê sibê bernameyeke ku dê gelek berên seravaniyê bi dest bixe eşkere bike."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2019, 16:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE