Serok Erdogan: "Em ê guh bidin paqijî, maske û mesafeyê û înşallah bi hev ra ji vê nexweşiyê xelas bibin."
"Bêyî em guh bidin muhterîsên ku tengasiya milet weke deriyê îqbalê dibînin, em ê giraniyê bidin ser tevdîranî teslîmî teqdîrê bibin û têkoşîna xwe ya şewbê bidomînin."
"Em bawer dikin ku zehmetiyên me ji ber şewba vîrusa koronayê kişand bi taybetî ji bo welatê me û gelê me wê deriyê mizginiyên nû wê veke. Bi îzna Xwedê û înayeta wî Tirkiye wê ji vê şewbê xelas bibe û hê xurttir be."
"(Şewba vîrusa koronayê) Ji destpêka krîzê heta niha me ji 142 welatî ji 100 hezarî zêdetir welatiyên xwe anîn Tirkiyeyê."
"Me heta îro alîkarî şand 157 welatan û 12 saziyên navneteweyî û me camêriya Tirkiyeyê û gelê Tirk nîşanî hemû dinyayê da."
"Kesên dixwazin Tirkên Ewropayî hê têxin nav qalibên 1960î, naxwazin rastiya diasporayeke ku mezin bûye û xurt bûye, qebûl bikin"
"Îro li tevahiya Ewropayê 6 milyon însanê me heye. Birayên me yên demekê bi tenê karker û kedkar bûn, hemd ji Xwedê ra êdî ji alema kar bigire heta bazirganiyê, perwerde, akademî, saziyên civakî û siyasetê di gelek qadan da cih digirin. Em bi wan serfiraz in ku feydeya Tirkên Ewropayê li welatên ku lê dijîn digîhîje siyaset, çand, aborî û jiyana civakî."
"Siyasetmedarên di polîtîkaya derva da nikarin serkeftî bibin, li hundirê welêt dikevin tengasiyê û berjewendiyên xwe ji meqamên xwe pêştatir digirin êrîşî şexsê min û Misilmanan dikin ku van kêmasiyên xwe veşêrin."
"Me bi jin û ciwanên xwe ra mora xwe li 19 salên dawîn ên Tirkiyeyê yên bi rekor û serkeftinan va tije ye xist."
"Serkeftina ku xoceyên me yên Ugur Şahîn û Ozlem Tureciyê di çêkirina aşiya Kovîd-19ê da bi dest xist, nîşan dide ku heke meriv piştgiriyê bike û firsendê bide, merivên me dikarin çi bikin. Mînakên baş ên bi vî rengî ne tenê Tirkên Ewropayî, di heman demê da ev xwebawerî û cesaretê dide civatên koçber jî."
"Dema em kesên xwedî nasnameya Komara Tirkiyeyê ne, lê qaşo li ser navê mixalefeta dijî me şûrê gawir dihejînin û bi ser me va tên dibînin, em xemgîn dibin."
AA