"em ê bi rêvebiriyên herêmî ra welatê xwe hê pêşva bibin"

Oktay li Navenda Çand û Kongreyê ya Baglarbaşiyê di Civîna Giştî ya Asayî ya 48emîn ya Weqfa Belavkirina Îlmê da axivî.

"em ê bi rêvebiriyên herêmî ra welatê xwe hê pêşva bibin"

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "Bi saya dînamîzma ku ji Pergala Hikûmeta Serokomariyê tê em ê van derfetan di heyama piştî hilbijartinên herêmî da jî mîna heyama kar û xebatê ya nû bi cî bînin. Bi pêşengiya birêz Serokomarê me mîna beriya 31ê Adarê piştî 31ê Adarê jî em ê bi rêvebiriyên herêmî ra welatê xwe hê pêşva bibin."

Oktay li Navenda Çand û Kongreyê ya Baglarbaşiyê di Civîna Giştî ya Asayî ya 48emîn ya Weqfa Belavkirina Îlmê da axivî.

Alîkarê Serokomar Oktay destnîşan kir heta saziyên wan yên civakî yên mîna Weqfa Belavkirina Ilmê li ciwanan xwedî derkevin wê ciwanên vî welatî nekevin tora fikrên bitalûke ku gorî baweriya wan nînin û rêxistinên xirabiyê ku ji Qendîl û Pensilvanyayê fermanê hildidin.

Fuat Oktay destnîşan kir wê piştî heyama 31ê Adarê bi rêvebiriyên herêmî ra welatê xwe hê pêşva bibin û wiha axivî: "Bi saya dînamîzma ku ji Pergala Hikûmeta Serokomariyê tê em ê van derfetan di heyama piştî hilbijartinên herêmî da jî mîna heyama kar û xebatê ya nû bi cî bînin. Bi pêşengiya birêz Serokomarê me mîna beriya 31ê Adarê piştî 31ê Adarê jî em ê bi rêvebiriyên herêmî ra welatê xwe hê pêşva bibin."

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2019, 09:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE