“Em bi vê serfiraziyê serbilind in”

Erdoğan: Em, Atatürkê ezîz û hemû eskerên xwe bi rêzdarî bibîr tînin

“Em bi vê serfiraziyê serbilind in”

30ê Tebaxê, 97emîn Salvegera Cejna Serfiraziyê bi coşeke mezin û bi serbilindî tê pîrozkirin. li enqerê pîrozbahîyê li ser li gora atatûrk, li anitkabîrê dest pê kir. Serok Recep Tayyip Erdoğan ligel rayedarên dewletê çû ser gora atatûrk. Erdoğan li birca mîsak-i mîlliyê deftera taybet îmze kir. serok di axaftina xwe de behsa hebûna millî kir û got; “li welêt û derwelêt, hin hêz hene ku gefan li hebûna me ya netewî dixwin. têkoşîna me ya li dijî wan bi awayekî biryardar dewma dike.”

Erdoğan: Atatûrkê Ezîz, em îro bi pîrozbahiya 97emîn salvegera serfiraziya mezin, serbilind in. Di dîroka me de, Serfiraziya mezin nola zêr e. Di vê serfiraziyê de keda te, hemû fermandar, efser, esker û milletê me heye. Em we hemûyan bi rêzdarî bibîr tînin. Komara me, bi fedakariya şehîdên me hat avakirin. Em ê jî vî emanetî bi canê xwe biparêzin…. Gefan li hebûna me ya netewî dixwin. Lê em biryardar in ku nehêlin. Têkoşîna me ya li welêt û derwelêt jî îspata vê yekê ye. Em ê ji bo Tirkiyê hedefên 2023yan bi cih bînin û tu hêz jî nikarin li pêş me bisekinin. Ruhê te şad be.

Dîroka nûkirinê: 30 Tebax 2019, 16:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE