"Em bi wasiteyên esmanî yên bêmirov her gav rewşa li herêmên şewatê dişopînin"

"Ji ber şewatên ku li ciyên curbecur yên welatê me derketine lêpirsîn bi berfirehî didomin"

"Em bi wasiteyên esmanî yên bêmirov her gav rewşa li herêmên şewatê dişopînin"

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Ji ber şewatên ku li ciyên curbecur yên welatê me derketine lêpirsîn bi berfirehî didomin."

Erdoganê nimêja înê li Uskudarê li Mizgefta Çamlicayê ya Mezin kir di pey ra pirsên rojnamevanan bersivand.

Serokomar Erdogan diyar kir ji ber şewatên ku li ciyên curbecur yên welêt derketine lêpirsînan bi berfirehî didomin.

Erdogan got ku di lêpirsînên der barê şewatên li daristanan da li ser disekinin ka tê da niyeta xirab û tiştên bi vî rengî hene yan tunene.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ji ber agirê ku bi daristanan ketine di vê meseleyê da jî siyaset û spekulasyon tên kirin û got ku mixabin di vê meseleyê da jî meriv ji ber helwesta partiyên siyasî xemgîn dibe.

Erdogan diyar kir ku di şewatên li daristanan da bi 45 firokeyên fonksîyonel midaxele dikin û wiha axivî, "Di destê Saziya Esmanî ya Tirkiyeyê da balafirên pîçûk yên ku bi rehetî li vir biemilînin tunene. Em bi wasiteyên esmanî yên bêmirov her gav rewşa li herêmên şewatê dişopînin."

Serokomar Erdogan got ku di temirandina şewatan da îro hejmara balafiran derketiye 5-6an ku di nav wan da balafirên ji Rûsya û Ukraynayê hatine kirîn jî hene.

Erdogan destnîşan kir li hezar û 140 ciyan vê gavê xebatên temirandina şewatên li daristanan derketine didomin û wiha peyivî, "Di 28-30yê Tîrmehê da mixabin 71 şewatên daristanê derketine, jê 57 şewat hatine kontrolkirin û ji bo 14 şewatên daristanê jî xebatên kontrolkirinê didomin."

Serokomar Erdogan got ku ji bona temirandina şewatên li daristanan lehzeyek berê em bi Azerbeycanê ra axivîn û wê balafireke amfîbiyê bişîne.

Erdogan destnîşan wê tu welatiyekî xwe mexdûr nekin û wiha xeberda, "Kesên malên wan şewitîne û heywanên wan telef bûne, em ê der barê wan da hemû xebatên tesbîtkirina xisarê bikin û welatiyên xwe mexdûr nekin."

Serokomar Erdogan der barê xebatên lêxistina aşiya Kovîd-19ê da jî got ku heya niha qederê 72 milyon doz aşî hatiye lêxistin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE