"Em biryara Rûsyayê ya bo Donetsk û Luhanskê weke ku nayê qebûlkirin dinirxînin"

Erdogan der barê rageşiya di navbera Rûsya û Ukraynayê da destnîşan kir ji ber ku ew jî dewleteke Behra Reş in divê gelek pakêtên tevdîran bên amadekirin û wiha got, "Jixwe em jî van tevdîran hildidin û me hildaye jî."

"Em biryara Rûsyayê ya bo Donetsk û Luhanskê weke ku nayê qebûlkirin dinirxînin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir biryara Rûsyayê ya qaşo naskirina komarên Donetsk û Luhanskê nayê qebûlkirin û got ku em bangî terefan dikin bi aqlê selîm bin û gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin.

Erdoganê ji Komara Demokratîk ya Kongoyê diçû Senegalê di balafirgehê da pirsên rojnamevanan bersivand.

Serokomar Erdogan ji bo biryara Rûsyayê ya qaşo naskirina komarên Donetsk û Luhanskê wiha got: "Em biryarê weke ku nayê qebûlkirin dinirxînin. Em bangî terefan dikin bi aqlê selîm bin û gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin."

Erdogan der barê rageşiya di navbera Rûsya û Ukraynayê da destnîşan kir ji ber ku ew jî dewleteke Behra Reş in divê gelek pakêtên tevdîran bên amadekirin û wiha got, "Jixwe em jî van tevdîran hildidin û me hildaye jî."

Serokomar Erdogan ji bona pêşniyaza Zelensky ya hevdîtina hevbeş ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY)-Tirkiye-Almanyayê got ku him dewletên Konseya Ewlehiyê ya NYê û him jî dewletên din qebûl bikin em dikarin tê da cî bigirin.

Erdogan der heqê Konferansa Munîhê da got daxuyaniyên Amerîkayê û ecêbiyên li Konferansa Munîhê xizmeta çi dike eşkere nîne û got ku li gorî fikra min Konferansa Munîhê tenê Civîna NATOyê bû.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê serdana Serokomarê Îsraîlê Herzog ya ji bona Tirkiyeyê wiha peyivî, "Em qîmetê didin serdana birêz Herzog. Bi vê serdanê gavên ku ji bona pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê bên avêtin wê bandora xwe di mijarên din da jî nîşan bide."

Erdogan der barê pêwendiyên Tirkiye û Erebistana Siûdî da wiha axivî, "Em dixwazin bi Erebistana Siûdî ra pêwendiyên xwe pêşva bibin. Di pêşerojê da em dixwazin bi gavên şênber diyalog û pêwendiyên xwe pêşva bibin."

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê îtifaqên hilbijartinê da wiha got, "Em nikarin ji Îtifaqa Gel kesî hildin nava xwe. Lewra ew îtifaqa ziletê ye. Em nikarin hildin û Îtifaqa Cumhur qirêj bikin."

Erdogan der barê verastkirina terîfeyên ceyranê da diyar kir wê di 1ê Adarê da dest bi vê sepanê bikin û got ku em ê çareseriyên ku welatiyên me rehet bikin bidomînin.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê guherîna li ser halên zevze û fêkiyan da jî wiha peyivî, "Em ê kontenjanê bidin yekîtiyên hilberîneran ku bikevin nava halê û bi vî awayî di hevsenga bihayan da rola wan çêbe. Em dixwazin halên zevze û fêkiyan hildin bin qeydê. Divê him rewşa li halê bê kontrolkirin û him jî hilberînerên me bikevin wê derê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE