"Em biryara Senatoya Amerîkayê bi tundî şermezar dikin"

Çelik li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.

"Em biryara Senatoya Amerîkayê bi tundî şermezar dikin"

 Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik ji bona biryara Senatoya Amerîkayê ya der barê Ermeniyan da wiha got: "Em biryara Senatoya Amerîkayê ku zirarê dide pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê bi tu awayî qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin."

Çelik li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik ji ber ku Senatoya Amerîkayê pêşniyaza biryarê ya bûyerên der barê Ermeniyan yên di 1915an da wek "komkujî" qebûl kir bertek nîşan da.

Çelik destnîşan kir ku biryara Senatoya Amerîkayê ku zirarê dide pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê bi tu awayî qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin û wiha got: "Ev biryar nîşan dide ku digel menfeetên neteweyî yên Amerîkayê 'aboriya komkujiyê' çawa tesîrê li pergala lobiyê ya Amerîkayê dike."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE