"Em biryardar in ku mijara vejenê ya welêt ji binî va çareser bikin"

Serok Erdoğan mizginiya mezin eşkere kir: "Turkiyeyê di dîroka xwe da li Deryaya Reş keşfa herî mezin ya xaza siruştî kir."

"Em biryardar in ku mijara vejenê ya welêt ji binî va çareser bikin"

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan mizgîniya ku çavê raya giştî lê bû eşkere kir û got Turkiyeyê di dîroka xwe da li Deryaya Reş keşfa herî mezin ya xaza siruştî kir.

Erdogan li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê di civîna çapemeniyê da axivî û got ku vejen ji xeynî hêmana sereke ya pêşketinê ji bona tesîskirina serxwebûna neteweyî jî zehf giring e.

Serokomar Erdogan diyar kir di pişt gelek lîstikên li Rojhilatê Deryaya Sipî tên lîstin da şerê parvekirina çavkaniyên vejenê heye û got ku pergala gerdûnî ya xeyrî însanî ku dilopeke neftê ji xwîna însanan qîmettir dibîne hê jî desthilatdar e.

Serokomar Erdogan destnîşan kir Xwedê li cihekî din û him jî bi bereketeke mezin deriyek nû li wan vekiriye û wiha got: "Turkiyeyê di dîroka xwe da li Deryaya Reş keşfa herî mezin ya xaza siruştî kir. Fatîha Keştiya Sondajê di sondaja 20ê Tîrmeha 2020î da dest pê kiribû da li Bîra Tunayê 320 milyar metrokûb rezerva xaza siruştî keşf kir."

Erdogan di axaftina xwe da got em îro li cem Fatîha em şa kirin, bi keştiyên sondajê yên Yavuz û Kanûnî va di nav welatên sereke yên dinyayê da cî digirin û dewam kir: "Bi wasiteya keştiyên Fatîh û Yavuz va me hetanî niha li Deryaya Reş û Deryaya Sipî 9 sondajên kûr kirin. Di sondaja dawîn da bû nesîb em mizginiyê didin gelê xwe."

Serokomar Erdogan destnîşan kir di xebatên lêkolînê yên sîsmîk û sondajê da bi qasî serê derziyê girêdayî derva nînin û got me ev operasyonê bi tevahî bi derfetên xwemalî bire serî.

Erdogan diyar kir li gor daneyên ku ji bîrê derdikevin li heman herêmê îhtimala keşifkirina xaza siruştî yê nû heye û got armanca me ya sereke ew e ku di sala 2023yan da em xaza Deryaya Reş pêşkeşî miletê xwe bikin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir wê niha dest bi vekirina bîrên tesbîtê bikin û paşê jî konseptê eşkere bikin û dest bi avakirina pergalê bikin û wiha axivî: "Piştî ku xaz hat derxistin û derbasî pergalê bibe em ê bi fiilî ji vê çavkaniyê îstifade bikin." 

Erdogan diyar kir înşeallah ji bo Deryaya Spî jî çaverêyî mizgîniyeke wiha ne û wiha peyivî: "Ez dixwazim wê gotina xweş a ji bo keşfan dihat gotin ji bo sondajê bêjim, yê her kesê lê digere nikare bibîne lêbelê yê dîtiye jî lê digeriya."

Serokomar Erdogan destnîşan kir bi qada xazê ya Sakaryayê gotine bismîllah û got ku bi îzna Xwedê wê dewama wê jî were.

Erdogan diyar kir biryardar in ku mijara vejenê ya welêt ji binî va çareser bikin û wiha axivî: "Heta ku em di warê vejenê da bibin îxracatkar ji bona me sekan û bêhnvedan tuneye."

Serokomar Erdogan destnîşan kir bawer dikim piştî keşfa li Qada Xazê ya Sakaryayê li pêşiya wan rêyeke ronî heye.

Erdogan di axaftina xwe da got em destdirêjiya mafê tu kesî nakin û em mafê xwe jî bi tu kesî nadin xwarin û bi vê armancê em ber bi hedefa xwe va dimeşin.

Serokomar Erdogan diyar kir Yekîtiya Ewropayê (YE) Yewnanistan ji ava rû derxist û berî ser wan da û cotsitandardî nîşan da û got ku divê careke din bibîne ku xiyanet li rêgezên xwe kir.

Erdogan diyar kir îro ji bo nifşên dahatû mîrateyeke zehf giring dihêlin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE