"Em careke din ji Sêwasê derdikevin rê û gelê xwe hembêz dikin"

Erdogan ji bona kampanyaya hilbijartinê ya AK Partiyê ya di 31ê Adarê da li Meydana Komarê ya Sêwasê di mitîngê da xitabî gel kir.

"Em careke din ji Sêwasê derdikevin rê û gelê xwe hembêz dikin"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em ê hemû dafikên li hember berjewendî, serkeftin û hedefên Tirkiyeya mezin xera bikin."

Erdogan ji bona kampanyaya hilbijartinê ya AK Partiyê ya di 31ê Adarê da li Meydana Komarê ya Sêwasê di mitîngê da xitabî gel kir.

Serok Erdogan ji Sêwasê kampanyaya AK Partiyê da destpêkirin û wiha peyivî: "Me got 'ya Xwedê û bismîllah' û kampanyayê ji vir da destpêkirin. Em careke din ji Sêwasê derdikevin rê û gelê xwe hembêz dikin."

Erdogan destnîşan kir di nav Îtifaqa Cumhur da partiyeke din tuneye û wiha got: "Niha du şaxên Îtifaqa Cumhur hene: AK Partî û MHP. Di nav Îtifaqa Cumhur da partiyeke din tuneye. Ji kesên ku bi me ra wêne dikşînin û li derdora îstismar dikin bawer nekin. Tiştekî wisa tuneye."

Serok Erdogan diyar kir tiştê ku 100 sal berê li Sêwasê hatiye gotin îro dîsa dubare dikim û got ku em ê destên ku dirêjî welat, ala û îstiqlala me bibin bişkînin.

Erdogan diyar kir wê hemû dafikên li hember berjewendî, serkeftin û hedefên Tirkiyeya mezin xera bikin.

Serok Erdogan destnîşan kir kesên tinazê xwe bi meseleya pêşerojê ya Tirkiyeyê dikin înşellah di 31ê Adarê da wê careke din ji gelê me sîleyekê bixwin û wiha got: "Welat, ala, dewlet, gel û îstiqlala me namûs û şerefa me ye."

Erdogan destnîşan kir CHP, HDP, Partiya ÎYÎ û Partiya Saadetê, her çar ketine milê hev û bi hev ra dimeşin û got ku navê hevalê xwe bibêje ez ji te ra bibêjim tu kî yî.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da balê kişand ser operasyona li Efrînê hat kirin û wiha axivî: "Me du mehan li Efrînê leblebî û dendik xerc kirin? Me gule û bombe emilandin. Bi wesaîtên bimirov û bêmirov me terorîst berteref kirin. Ev naşibe firingî, bacana reş û îsotan. Hûn dizanin wexta bav û kalên min Çanakkale fetih kirin çi xwarin û vexwarin? Meseleyê berevajî dikin. Hewce bike em çar-pênc qurişî zêde didin, lê bihustek axa xwe bi nemerdan nadin xwarin."AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE