"Em ê êdî nehêlin ku tu hêz zirarê bide welatê me"

Serok Erdogan, "Em ê destûrê nedin ku tu kes, hêz, derdor û dewlet zirarê bidin dewlet, gel û ciwanên me."

"Em ê êdî nehêlin ku tu hêz zirarê bide welatê me"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Em ê destûrê nedin ku tu kes, hêz, derdor û dewlet zirarê bidin dewlet, gel û ciwanên me."

Erdogan li Xelatê di merasima ku bi minasebeta salawexta 950emîn ya Serkeftina Milazgirê hat lidarxistin da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir bi hedefên sala 2023yan ji bona welatê wan di warê demokrasî û pêşketinê da bigihêje ciyê ku heq dike bi hemû hêza xwe têdikoşin û wiha axivî, "(Ji ciwanan ra) Bi vizyona 2053 û 2071ê em wezîfeya ku Tirkiyeyê di her warî da di nav dewletên hêzdar yên dinyayê da bikin rêzên ewil wek mîrate dihêlin."

Erdogan diyar kir ku wê destûrê nedin ku tu kes, hêz, derdor û dewlet zirarê bidin dewlet, gel û ciwanên wan û wiha pê da çû, "Em ji welatekî ku berê di nav sînorên xwe da têkoşîna man û nemanê dida veguherîn dewleteke ku îro li herêma xwe û dinyayê di her meseleyên krîtîk da gotina xwe dibêje."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE