"Em ê DEAŞiyan bişînin welatên wan"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "DEAŞiyên di destê xwe da, dixwazin bira ji hemwelatiyê derxin an jî dernexin, em ê bişînin welatên wan"

"Em ê DEAŞiyan bişînin welatên wan"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got, "Bira qet xem nexwin, DEAŞiyên di destê xwe da, dixwazin bira ji hemwelatiyê derxin an jî dernexin, em ê bişînin welatên wan."

Soylu piştî bernameya vekirinê ya Koma 2yemîn a Qursa Fêrkirina Hîndekaran a Navendên Polêsan ku li Green Park Otelê hat lidarxistin, bersiv da pirsên rojnamegeran.

Li ser pirsa der heqê desteserkirina du jinên endamên rêxistina terorê DEAŞê yên Holandî da Soylu diyar kir ku niha di girtîgehan da qedera hezar û 200 DEAŞî hene.

Soylu bal kişand ku bi taybetî piştî Herekata Kaniya Aştiyê beşek jê jin û zarok 287 DEAŞî di destê wan da hene û wiha dewam kir:

"Yên di girtîgehan da hemû şervanên biyanî yên terorîst in. Di heman demê da li navendên me yên vegerandinê da şervanên biyanî yên terorîst hene. Em li ser van hemûyan hinek xebatan dimeşînin. Ev kes bi rêyên ku em carinan behs dikin derbasî Tirkiyeyê bûn û hatin girtin. Li vê derê hemû ekîbên me yên ewlekariyê hişyar in. Ev kes dema tên destgîrkirin, bo meqamên edlî tên veguhestin. Piştî veguhestinê yan dikevin girtîgehê an jî diçin navendên vegerandinê. Em jî van kesan dem demî îadeyî welatên wan dikin.

Îja helbet em ê yên di destê xwe da bişînin welatên wan. Lêbelê dinyayê rêbazeke nû kifş kir. Dibêjin, 'Ev van ji hemwelatiyê derxin. Bira ev li ciyê ku lê ne werin darizandin'. Ez dibêjim qey ev jî hiqûqeke nû ya navneteweyî ye. Qebûlkirina vê îctihadê ne mumkin e. Bira qet xem nexwin, DEAŞiyên di destê xwe da, dixwazin bira ji hemwelatiyê derxin an jî dernexin, em ê bişînin welatên wan."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE