Wezîrê Karên Derva yê Îngilistanê Domînîc Raab: "Wek NATO em jî destekê didin Turkiyeyê ku hewl dide li Îdlibê cardin agirbest bê tesîskirin."
Raab û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtinên dualî û di nav heyetan da li avahiya Fermî ya Wezareta Karên Derva daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.
Wezîrê Karên Derva yê Îngilistanê Domînîc Raab got ku wek NATO em jî destekê didin Turkiyeyê ku hewl dide li Îdlibê cardin agirbest bê tesîskirin.
Domînîc Raab destnîşan kir di drama însanî da berpirsiyara herî mezin ya rejima Sûriyeyê û Rûsyayê ye.
Wezîrê Karên Derva yê Îngilistanê Raab diyar kir êrîşên xedar yên rejima Sûriyeyê û Rûsyayê yên li Îdlibê di dîroka nêzik da ji êrîşên herî xedar in.