"Em ê destûrê nedin ku tu kes hêviya gelê me bişikîne"

Serok Erdogan li Bursayê li Meydana Gokdereyê di mitînga AK Partiyê da xitabî xelkê kir...

"Em ê destûrê nedin ku tu kes hêviya gelê me bişikîne"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Em ê destûrê nedin ku tu kes hêviya gelê me bişikîne û bi nan û keda gelê me bilîze. Armanca lîstikên wiha sewze û fêkî nîne, rasterast aboriya Tirkiyeyê û Tirkiye ye."

Erdogan li Bursayê li Meydana Gokdereyê di mitînga AK Partiyê da xitabî xelkê kir û diyar kir ku Serokatiya Rêvebiriya Qadê ya Uludagê ava dikin û wiha peyivî: "Ji bona Uludag ji bona Bursayê û welatê me bibe dereke baş em Serokatiya Rêvebiriya Qadê ya Uludagê ava dikin. Bi saya vê wê li Uludagê 12 meh feydeya turîzmê hebe û wê kar û xebat baş bên meşandin." 

Serok Erdogan destnîşan kir ji ber ku terorîstan dikujin Kemal Efendî aciz dibe û got ku tevî HDPya ku rêxistina terorê pişgiriyê dide wê û bi hev ra dimeşin, aciz dibin. 

Erdogan diyar kir parlamentereke jin ya ji endamên rêxistina terorê destê polêseke wan ya jin gez kir û wiha got: "Ma em ê hesabê van tiştan nepirsin? Em ê bipirsin. Wiha nabe, wê berdêla vê bidin." 

Serok Erdogan di xeberdana xwe da Partiya ÎYÎyê rexne kir û wiha axivî: "Partiya ÎYÎ dibêje 'ez neteweperwer im' û wexta dibêje 'ez neteweperwer im' jî ev xanim tevî CHPyê çawa dikare bikeve milê HDPya ku nûnera rêxistina terorê ye û bi wan ra digere."

Erdogan destnîşan kir heger di meseleya Sûriyeyê da sistiyeke biçûk jî bikin dizanin ku wê di pêşerojê da maliyetên çiqasî giran derkevin ber Tirkiyeyê.

Serok Erdogan diyar kir heger ji welat û ji vî gelî hez dikin werin bi hev ra di 31ê Adarê da sîleyeke Osmaniyan di sandoqê da li CHPyê û yên din bixin.

Erdogan destnîşan kir wê destûrê nedin ku tu kes hêviya gel bişikîne û bi nan û keda gel bilîze û got ku armanca lîstikên wiha sewze û fêkî nîne, rasterast aboriya Tirkiyeyê û Tirkiye ye.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE