"Em ê di mijara girîngiya 2023yan da her welatiyê xwe îqna bikin"

Serok Erdogan ji Qesra Vehdeddîn bi weşana zindî beşdarî merasima vekirinê ya Meydana Kagithaneyê bû.

"Em ê di mijara girîngiya 2023yan da her welatiyê xwe îqna bikin"

Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em ê her welatiyê xwe îqna bikin ku ji bona vîzyona 2053ya Türkiyeyê bi cî were 2023 çiqas girîng e."

Erdogan ji Qesra Vehdeddîn bi weşana zindî beşdarî merasima vekirinê ya Meydana Kagithaneyê bû.

Serokomar Erdogan destnîşan kir wê nexweşxaneya ku 620 nivîn tê da hene û li Seyrantepeyê tê çêkirin ku ji bona navçeyê Kagithaneyê girîng e di demeke nêzîk da temam bikin.

Erdogan diyar kir li ser binesaziya zexim ku di 18 salên dawîn da hat çêkirin Türkiyeyeke nipînû ava dikin û got ku bi baxçeyên gel, ciyên hêşînahî, qiraetxaneyên gel, restorasyon û projeyên nûkirinê bajarên xwe ji nû va diguherînin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku digel qeyrana tenduristiyê ya kurewî ku ji ber şewbê derket û pê ra jî pirsgirêkên aboriyê yên mezin bûn Türkiyeyê dev ji hedefên xwe berneda û got ku loma jî hin kes ji ber vê diheyirin û heta har dibin.

Erdogan diyar kir kesên gava devê xwe vedikin behsa demokrasî, heq, hiqûq û edaletê dikin çaxa li gefên ku li AK Partî û Îtifaqa Cumhur dixwin mêze dikin nijadperestiyekê dibînin.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da em wan kesên ji bona rê li ber pîşesaziya xwemalî û neteweyî, aborî, ticaret û binesaziyê bigirin ji teqleyên ku diavêjin dizanin.

Erdogan destnîşan kir wê her welatiyê xwe îqna bikin ku ji bona vîzyona 2053ya Türkiyeyê bi cî were 2023 çiqas girîng e.

Serokomar Erdogan got ku em ê tu wextî ji bîr nekin ku hêza me ya herî mezin ya di têkoşîna em dimeşînin da xizmetên me ne û em ê berhemên din jî çêkin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE