"Em di qabiliyeta hilberîna teqemeniyên nifşa nû da derketin lîga super"

Serokomar Erdogan di merasima vekirinê da axivî û biryar û piştgiriyên nû yên ku dê bidin karmend û esnafan eşkere kir. 

"Em di qabiliyeta hilberîna teqemeniyên nifşa nû da derketin lîga super"

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Fabrîqeya Teqemenî û Roketê ya Barutsanê ya Saziya Endustriya Kîmya û Makîneyê (MKEK) beşdarî vekirina Tesîsa Hilberîna Melzemeyên Enerjîtîk û Nasandina Berhemê bû. 

Serokomar Erdogan di merasima vekirinê da axivî û biryar û piştgiriyên nû yên ku dê bidin karmend û esnafan eşkere kir. 

Erdogan diyar kir ku dayîna îkramiyeya eydê ya ku ji bo teqawîdbûyiyan di sala 2018an da dan destpêkirin ji 1000 lireyî derxistin 1100 lireyî, verastkirina der barê vê yekê da bi lihevkirina li Parlementoyê pêk hat çêbû û wiha axivî: 

"Em ê mehaneyên karmendan ji 10ê gulanê pê va li hesaban birazînin. Em maweya piştgiriya dahatê ya 1000 lireyî ya ku em mehane didin esnafên xwe û piştgiriya kirê ya di navbera 750 lire û 500 lireyî da mehekî din dirêj dikin. Em dayîna taksîtên krediyên ku me bi navbeynkariya TESKOMB û Halkbankê bi esnafan da emilandin heta 1ê tîrmehê 2021î paş dixin."

Erdogan got ku "Ji hêla din va em bi navbeynkariya KOSGEBê va bernameyeke piştgiriyê ya nû ya bi tevahî 5 milyar lire budçeya wê heye didin destpêkirin. Dezgehên biçûk û mîkroyên ku ji ber şewbê dahata wan kêm bûye yan jî herikîna neqdî xira bûye, îstixdama xwe diparêze û di sektora îmalatê da fealiyet nîşan didin û şirketên ku di warê teknolojiyê da fealiyet dikin dê bikarin serî li vê piştgiriyê bidin."

Erdogan got şirketên biçûk ên di warê teknolojiyê da fealiyet dikin jî dikarin serî li vê piştgiriyê bidin û wiha axivî: "Dezgehên mîkro 30 hezar, dezgehên biçûk heta 75 hezar lireyî bi awayekî ku 3 salan paşva nedin û bi temamî bê faîz dê bikarin ji vê piştgiriyê sûd wergirin. Kargehên biçûk û mîkro yên ku şertên wan jê digirin ji 3yê gulanê duşemê pê va ji ser e-Dewletê bi navbeynkariya KOSGEBê va dikarin serlêdana xwe bikin."

Ji bo malbatên hewcedar alîkariya neqdî

Serokomar Erdogan got ku "Em alîkariya neqdî ya 1000 lireyî ya ku serê malê didan malbatên hewcedar derdixînin 1100 lireyî û dîsa didin destpêkirin. Me ji bo vê 2 milyar û 540 milyon lire çavkanî veqetand. Me ji weqfên alîkarî û piştevaniya civakî jî dîsa ji bo ku piştgiriyê bidin malbatên hewcedar 183 milyon lire çavkaniyê din şand. "

 "Em di qabiliyeta hilberîna teqemeniya nifşa nû da derketin lîga superê"

Serokomar Erdogan got ku "Êdî em dê di warê bombeyên me yên balafiran, cebilxaneyên me, fuzeyên me û teqemeniyên me yên serikên herbê da girêdayî kesî nemînin.  Em bi saya vê tesîsê wek welat di qabiliyeta hilberîna teqemeniyên nifşa nû da derketin lîga superê."

Serokomar Erdogan wiha axivî: "Em dixwazin ku saziya me ya Endustriya Kîmya û Makîneyê bi hevkariya nêz ya bi sektora taybet ra dê hemû hewcehiyên artêşa me pêk bîne û girêdana derva xilas bike, bibe saziyeke ku bi me ra dê piştgiriyê bide dostên me jî."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE