Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu diyar kir ku binesaziya Balafirgeha Çukurovayê ji sedî 92,3 temam e û beşa ewil jî di 2022an da wê dest bi xizmetê bike.
Karaîsmaîloglu piştî ku Balafirgeha Çukurovayê ya li Tarsusê çêkirina wê dewam dike kontrol kir daxuyanî da û got ku Tirkiye di nav 19 salan da ji hêla gihandin û ragihandinê da gavên erênî avêt.
Wezîr der barê binesaziya Balafirgeha Çukurovayê da jî agahî da û got: "Binesaziya Balafirgeha Çukurovayê ji sedî 92,3 temam e û beşa wê ya ewil jî di 2022an da wê dest bi xizmetê bike. Em ê di rojên pêş me da dest bi çêkirina rêya hesin a ber bi Balafirgeha Çukurovayê jî bikin. Bi girêdaneke ji ser xeta trena me ya bilez a Mêrsîn, Edene, Osmaniye û Gazîentabê ra wê pirsgirêka pergala rêhesinê jî hel bibe. Yanî wê balafirgeheke xweş li Çukurovayê çêbibe."
AA