"Em di vê mijarê de xebatên xwe didomînin"

"Em ji hikûmeta Zelandaya Nû dixwazin ku vê êrîşa dijî Îslamê bi baldariyeke mezin bişopîne "

"Em di vê mijarê de xebatên xwe didomînin"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "Em plan dikin ku Akademiya Edaletê bêtir reforme bikin, bêtir pêş bixin, fonksiyona wê zêde bikin û înşeallah bêyî ku derengî bixin xizmetê. Em di vê mijarê de xebatên xwe didomînin."

Gul di merasima vekirina Qesra Edaletê ya Boluyê da axivî.

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul destnîşan kir plan dikin ku Akademiya Edaletê bêtir reforme bikin, bêtir pêş bixin, fonksiyona wê zêde bikin û got ku înşeallah bêyî ku derengî bixin xizmetê, em di vê mijarê de xebatên xwe didomînin.

Abdulhamît Gul diyar kir ji hikûmeta Zelandaya Nû dixwazin ku vê êrîşa dijî Îslamê bi baldariyeke mezin bişopîne û lêpirsînê bi awayekî çalak bi rê ve bibe û kiryar demildest li ber edaletê cezayê ku heq dikin bistînin û wiha dewam kir:  "Em dibînin ku hemû dinya mixabin ku bi dengekî qels vê sûcê nefredê anîn ziman û em xengîn in. Dijîtiya îslamê, dijîtiya Tirkan, dijberiya Tirkiyeyê li vê dinyayê feydeyê nade tu kesî. Tu civakên demokratîk, tu welat tu carî nikare vê qebûl bike. Baweriya me ew e ku tu dîn tu carî bi terorê nayê bibîranîn. Dînê terorê nabe, terora dînê jî nabe."

Dîroka nûkirinê: 19 Adar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE