"Em di warê aborî û hiqûqê da heyameke nû ya reformê didin destpêkirin"

Serok Erdogan diyar kir ji heyameke wisa ra derbas dibin ku qedera AK Partiyê û qedera welêt mîna ku bi hev ra hatibe girêdan û wiha axivî: "Rêya ku beriya hilbijartinê meriv di hilbijartinê da bi ser bikeve ew e ku meriv ji îro da bi gelê xwe ra pêwendiyeke xurt û ji dil dayne. Di partiyeke ku hişmendiya wê ev e da ciyê rêvebirên ku têkiliya wan bi gel ra qut e, tuneye."

"Em di warê aborî û hiqûqê da heyameke nû ya reformê didin destpêkirin"

 Serokomarê Turkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em li welatê xwe di warê aborî û hiqûqê da heyameke nû ya reformê didin destpêkirin."

Erdogan li Stadyuma Namik Kemal di Kongreya Bajêr ya Asayî ya 7emîn ya Tekirdağê ya AK Partiyê da axivî û eşkere kir wê navê Nexweşxaneya Bajêr ya Îsmaîl Fehmî Cumalioglu li nexweşxaneya bajêr ya li Tekirdağê bikin ku dê bê vekirin û wiha axivî : "Di 18 salên dawîn da me li Tekirdağê 23 katrîlyon, bi reqamên îro jî bi 23 milyarî veberhênan kiriye."

Serokomar Erdogan diyar kir ji her zemanî bêhtir hewcedariya Tikiyeyê çêbûye ku bigihêje armancên xwe yên 2023yan.

Erdogan destnîşan kir ji kesên ku çav berdane axa welêt bigire heya kesên ku dixwazin di navbera gel da neyartiyê derxin hemû senaryoyên xerabiyê cardin kirine dewrê.

Serok Erdogan diyar kir ji heyameke wisa ra derbas dibin ku qedera AK Partiyê û qedera welêt mîna ku bi hev ra hatibe girêdan û wiha axivî: "Rêya ku beriya hilbijartinê meriv di hilbijartinê da bi ser bikeve ew e ku meriv ji îro da bi gelê xwe ra pêwendiyeke xurt û ji dil dayne. Di partiyeke ku hişmendiya wê ev e da ciyê rêvebirên ku têkiliya wan bi gel ra qut e, tuneye."

Erdogan destnîşan kir hezar şikir ku eleqeya gelê wan ji bona partiya wan her diçe zêde dibe û got ku nîşaneya wê ew e ku hejmara endamên me derketiye 11 milyon û 200 hezarî û wiha peyivî: "Li Turkiyeyê du cure hişmendiya siyasetê hene. Ya yekem neyartiyê dijî nirxên gel dike, guh nade daxwazan û hişmendiyeke muflîs e ku tenê bi gotin, derew û buxtanan siyasetê dike. Li Turkiyeyê nûnerê herî mezin yê vê jî CHP ye. Ya duyem jî ji Menderes û Ozalê rehmetî dest pê dike û îro jî nûnerê wê em in ku di her warî da xizmeta gel dike û ew hişmendiya siyasetê ye ku di vî warî her cure berdêlê dide."

Serokomar Erdogan diyar kir niha belaya herî mezin ya di heyama vîrusa koronayê da cixare ye û wiha got: "Divê ji bona siheta xwe em teqez dev ji cixareyê berdin û biterikînin."

Erdogan di axaftina xwe da got kesên dîtin ku nikarin Turkiyeyê bi ceribandinên wesayet, teror, derbe û tevliheviyên siyasî û civakî bînin rewşa ku dixwazin îcar êrîşî aboriya me bikin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir li welatê xwe di warê aborî û hiqûqê da heyameke nû ya reformê didin destpêkirin.

Erdogan diyar kir beriya her tiştî dixwazin enflasyon demildest dakeve yekxaneyê û peyra jî daxin asta ku di bernameyên wan yên demkî da heye.

Serokomar Erdogan got ku di heyama nû da piştî ku parametreyên me hatin eşkerekirin hemd be di piyaseyan da tevgerên erênî yên şênber çêbûn û wiha axivî: "Em polîtîkayên xwe yên aboriyê li ser îstiqrara fiyetê, îstiqrara fînansê û îstiqrara makroekonomîk li ser 3 bingehan ava dikin û înşellah em ê bigihîjin armancên xwe."

Erdogan di berdewamiyê da got ku em li ser îstiqrar, mezinbûn û îstixdamê seferberiyeke nû didin destpêkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE