Serokomarê Turkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em di warê aborî, hiqûq û demokrasiyê da seferberiyeke nû bi nû didin destpêkirin."
Erdogan ji Qesra Wehdedîn bi weşana zindî beşdarî Kongreya Asayî ya 7emîn ya AK Partiyê y3en Kars û Karamanê bû.
Serokomar Erdogan di axaftina got ku em di warê aborî, hiqûq û demokrasiyê da seferberiyeke nipînû didin destpêkirin û wiha axivî: "Înşallah em herî nêzî hedefên xwe bibin destketiyên me yên di qada aborî û demokrasiyê da wê zêdetir bibin."
Erdogan diyar kir AK Partiyê di 18 salên dawîn da di warê demokrasî û pêşketinê da li welatê wan xizmetên ku nehatine kirin, kiriye.
Serokomar Erdogan der barê tevdîrên dijî Kovîd-19ê da got ji gelê xwe dixwazim ku di vê heyama krîtîk da bira guh bidin tevdîrên têkoşîna dijî vîrusê û wiha axivî: "Heke em guh nedin rêgezan û tenduristiya xwe mihefeze nekin dibe ku di bê vî warî da zehmetiyê bikişînin."
Erdogan destnîşan kir tewecuha milet ya li hemberî partiya wan zêde dibe û dewam dike û wiha peyivî, "Me di 18 salan da hem gelê xwe gihand maf, azadî û îtibarê hem jî li her bihust erdê welêt bi veberhênanê xemiland û zincîra paşvamayînê şikênand."
Serokomar Erdogan diyar kir di têkoşîneke wiha dîrokî û pîroz da ji bo şerê ez, tu, berjewendiyên şexsî yên di ser dozê da girtin, quretî, teralî û nezaniyê ra bi tu awayî cî tuneye.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan destnîşan kir bi tenê partiya dema borî û ya niha nînin ew ya pêşerojê ne jî.
Wefata Nivîskar Ahmet Kekeç
Erdogan di axaftina xwe da der barê wefata nivîskar Ahmet Kekeç da wiha axivî: "Birayê min ê birûmet nivîskar Ahmet Kekeç îro wefat kir, Xwedê ef û mexfîret bike û daxilî cineta xwe bike. Serê malbata wî û hemû miletê me sax be."
AA