Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Polîtîkayên Turkiyeyê yên Sûriye û Libyayê ne macera ye û ne jî terciheke kêfî ye."
Erdogan li Menemen Gîşelerê di Merasima Vekirinê ya Rêya Menemen-Alîaga-Çandarliyê da axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da diyar kir li welatê wan tu bûyereke ku piştî Geziyê qewimî be bi awayekî tebiî derneketiye û got ku di bingeha hemûyan da dafik û senaryoyek heye.
Erdogan destnîşan kir her dem bi berhemên xwe axivîne û wiha got: "Înşellah em ê ji niha û pê da jî bi berhemên xwe biaxivin. Heger kesên dikarin bi berhem û projeyan bi me ra bikevin pêşbaziyê hebin, bira kerem bikin û derkevin meydanê."
Serokomar Erdogan diyar kir polîtîkayên Turkiyeyê yên Sûriye û Libyayê ne macera ye û ne jî terciheke kêfî ye û wiha axivî: "Em dibêjin ku wek dewlet û gel em şerekî din yê îstiqlalê didin. Di vî şerî da car caran menfeetên me û yên hêzên din li hev nakin. Em hewl didin ku carna bi serê xwe gav biavêjin û welatê xwe ber bi hedefên rast va bibin. Kapasîte û hêza Turkiyeyê êdî têrê dike ku siyaseteke serbixwe bimeşîne û li qadê vê siyasetê bi cî bîne."
Erdogan got ku îro li Sûriye, Libya, Behra Sipî û bi giştî jî li herêma me heger em xwe ji têkoşînê bidin paş sibê wê wek berdêlên giran derkevin pêşiya me û wiha dewam kir: "Li qadên pirsgirêkê ku derketine pêşiya me em ê paşda gav neavêjin û xebatên ku dane destpêkirin bidomînin û înşellah jî em ê bigihêjin hedefê."
Serokomar Erdogan di berdewamiyê da wiha axivî: "Duh bi Birêz Putîn ra axivîm, bi roj jî bi Macron û Merkelê ra axivîm. Piştî van axaftinan me nexşerêya xwe eşkere kir."
AA