"Em dikarin pergaleke parastina esmanî jî bikirin"

Çavuşoglu li televizyona NTVyê der barê rojevê da axivî.

"Em dikarin pergaleke parastina esmanî jî bikirin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Heger F-35 nebin em mecbûr in ji dereke din balafiran bikirin heta ku em balafira xwe çêkin."

Çavuşoglu li televizyona NTVyê der barê rojevê da axivî.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê îtiraza Amerîkayê ya bo kirîna S-400an da wiha got: "Hin dewletên NATOyê S-300an hildane. Di navbera peydakirina pergaleke parastina esmanî û endamtiya NATOyê da nakokî tuneye."

Çavuşoglu destnîşan kir heger Amerîka Patrîotan nefiroşe Tirkiye dikare sibê S-400a duyemîn jî bikire û got ku yan jî em dikarin pergaleke parastina esmanî jî bikirin.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê kirîna F-35an da jî wiha axivî: "Heger F-35 nebin em mecbûr in ji dereke din balafiran bikirin heta ku em balafira xwe çêkin."AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE