"Em dixwazin alîkariya xwendekaran bikin"

Lojmaneke aîdê Dibistana Navîn a Karliyaylayê ku 150 xwendekarên wê hene û bi qasî 45 kîlometre ji navenda navçeyê dûre ji hêla mamosteyê bedenparêziyê Sariarslan va bo armanceke nû hat dirûvandin.

"Em dixwazin alîkariya xwendekaran bikin"

 Li Ercîşa navçeya Wanê mamosteyê bedenparêziyê Faruk Ozan Sariarslan lojmana dibistanê ya ku nedihat bikaranîn tevlî berpirs û mamosteyên dibistanê va ji nû va vekir. Niha aliyekî lojmanê wek odeya atolyeya çalakî û sporê tê emilandin û li aliyê din jî wek dikana porkurkirinê tê bikaranîn.

Lojmaneke aîdê Dibistana Navîn a Karliyaylayê ku 150 xwendekarên wê hene û bi qasî 45 kîlometre ji navenda navçeyê dûre ji hêla mamosteyê bedenparêziyê Sariarslan va bo armanceke nû hat dirûvandin.

Mamoste Sariarslan û hevalên wî yên din qismekî lojmanê wek pritûkxaneyeke ku niha tê da 3 hezar û 500 pirtûk hene ava kirin û odeya atolyeya çalakî û sporê jî tê da çêkirin. Qismê din ê lojmanê jî weke dikana berberiyê tê bikaranîn lewra mamoste Sariarslan li wê derê porê xwendekarên xwe jê dike.

Sariarslanê berî mamostetiyê li ber destê berberan xebitiye ragihand ku piştî mamostetiyê wî bi derfetên xwe amûrên porkurkurinê porê zarokên li dibistanê û taxê jê dike. Mamoste di nava heftê da navê xwendekarên ku porên wan dirêj bûye qeyd dike û dawiya heftê jî bi şekl û şemala daxwaza xwendekaran va porê wan kur dike.

Xwendekarên ji bo porê xwe kurbikin tên dibistanê dema li benda dora xwe disekinin ji pirtûkxaneyê jî îstifade dikin û di atolyeya çalakiyê da wextê xwe derbas dikin.

"Em dixwazin alîkariya xwendekaran bikin"

Mamosteyê bedenparêziyê Faruk Ozan Sariarslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew tevlî hevalên xwe yên mamoste va dixwaze alîkariya xwendakaran û şêniyên taxê bike û wiha pê da çû: "Em dixwazin hewcedariyên xwendekaran çareser bikin ku bila ew ji dibistanê dûr nekevin. Lojmaneke me ya ku nedihat bikaranîn hebû. Ji bo ku xwendekarên me wextê xwe xweş derbas bikin û kêmasiyên wan piçek be jî bê helkirin me evder wek atolyeya zîrektî û pirtûkxaneyê ji nû va dîzayn kir û qismekî wê jî wek odeya porbiriyê bikar tînin. Him xwendekar û him jî malbatên wan ji vê xebatê razî ne. Ez wextê zarok bûm li ber destê porpiran xebitîbûm û bi tiştên wê demê hîn bûbûm va niha porê zarokan kur dikim û ew jî kêf dikin. Xwendekarên ku bixwazin ez hînî wan jî dikim. Ez ji midûr û mamsoteyên din ra jî spas dikim û xwendekarên me bi saya vê kirina me xweberhevkirî tên dibistanê."

"Pêwîstiya zarokên me hel dikin"

Midûrê dibistanê Muhammet Akyuz jî destnîşan kir ku bi saya lojmana ku dirûvandin va xwendekar li dibistanê wextê xwe çêtir derbas dikin û wiha domand: "Atolyeya me ya xêrê heye, em ji hin kes û saziyên xêra xwe dikin, cil û bergan berhev dikin û tînin vê derê. Xwendekarên me yên pêwîstiya wan bi çi hebe dikarin ji vê derê bibin. Dibistana me ji navenda navçeyê dûre û hin xwendekar di mijara porbirînê da rastî zehmetiyan tên. Ji ber vê jî mamosteyê me yê ku berê li ber destê porbiran xebitiye porê zarokên me kur dike."

"Ez ê jî porê xwendekaran kur bikim"

Ji xwendekaran Yasîn Yilkan jî got ku dema porê wî dirêj dibe ew tê cem mamosteyê xwe û wiha domand: "Ez ê jî ji mamosteyê xwe porbirînê hîn bibim û di rojên pêş da porê xwendekaran kur bikim. Mamosteyê me dawiya heftê jî tê û porê me kur dike. Em jê pir hez dikin."

Yonca Polatê jî ragihand ku ew dawiya heftê ji bo porê xwe kur bike li benda dora xwe disekine û di wê navberê da ji pirtûkxaneyê îstifade dike.AA

Dîroka nûkirinê: 12 Kanûn 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE