"Em dixwazin birêz Putîn û Zelenskiy di civîneke payebilind da bînin bal hev"

Serok Erdogan, "Em dixwazin birêz Putîn û Zelenskiy bînin bal hev û civîneke payebilind bikin. Lihevkirina me ya bi birêz Zelenskiy ra jî wiha ye."

"Em dixwazin birêz Putîn û Zelenskiy di civîneke payebilind da bînin bal hev"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Em dixwazin birêz Putîn û Zelenskiy bînin bal hev û civîneke payebilind bikin. Lihevkirina me ya bi birêz Zelenskiy ra jî wiha ye."

Erdogan di vegera xwe ya ji serdana Ukraynayê da di balafirê da daxuyanî da rojnamevanan.

Serokomar Erdogan destnîşan kir dixwazin ku birêz Vladimîr Putînê Serokê Rûsyayê û Vladimîr Zelenskiyê Serokê Ukraynayê bînin bal hev û wiha got, "Em dixwazin bi vî awayî civîneke payebilind bikin. Lihevkirina me ya bi birêz Zelenskiy ra jî wiha ye."

Erdogan diyar kir piştî hevdîtina bi Putîn ra heger sifetê navbeynkariyê bidin ser wan wê qebûl bikin û çi bikeve ser milên wan jî bikin û wiha axivî, "Me ji Zelenskiy ra destnîşan kir ku ji bona tansiyon bikeve em amade ne ku bibin alîkar. Got 'Gava hûn têlefon bikin ez ê derkevim û bêm.'"

Serokomar Erdogan der barê rageşiya Rûsya û Ukraynayê da diyar kir Rojavayê mixabin hê jî ji bona çareserkirina meseleyê feydeyek nedaye û wiha peyivî, "Ez dikarim bibêjim ku hema darikê xwe di navê ra dikin. Bal û dêna dinyayê çûye ser geşedanên li Donbas û xeta sînor. Ez hêvî dikim ku li vê herêmê aştî û aramî hebe. Li Ewropayê ji bona çareserkirina vê meseleyê da tengasiyeke mezin heye. Bîden jî hê ji bona vê pêvajoyê helwesteke erênî nîşan nedaye."

Erdogan der barê îdiayên li ser xaza siruştî da got di demên dawîn da hin kes dibêjin 'êdî xaza siruştî nemaye', pirsgirêkeke wiha tuneye û wiha dewam kir, "Dibe ku ji Iraqê jî xaza siruştî were Tirkiyeyê. Heger çêbe wê rewş hê cuda bibe, lê vê gavê tengasiya me ya xaza siruştî tuneye."

Serokomar Erdogan der barê Herekata Qertelê Zivistanê da wiha got, "Gava di nava hev da bi têlefonê xeber didin telîmata 'bira her kes li çareya serê xwe binihêre' didin. Hemû jî wê quleke birevinê nebînin."

Erdogan diyar kir Tirkiye têkoşîna xwe ya dijî DEAŞa rêxistina terorê û hişmendiya wê ya tewş ya temsîl dike bi biryardarî didomîne û got ku di vî warî da em destekê didin hewldanên navneteweyî.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE